Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin

img

AMED - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan ku hatibû revandin, diyar kir ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin û Endamê Meclîsa Ciwanan Selamî Erkîz jî anî ziman ku kesên wî revandine berê çekê dane wî û lêxistine. 

Di demên dawî de kesên nenas endamên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) direvînin û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ev bûyer berê li Stenbol û Enqereyê qewimîbûn, lê niha jî li Amedê qewimî. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan, bilêv kir ku di 16'ê Adarê de li Meydana Deriyê Çiyê polîsan ew revandiye û wî birine derveyî bajêr û sîxurtî lê ferzkirine. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Selamî Erkîz jî diyar kir ku polîsan lêxistiye. 
 
Xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Karahan, anî ziman ku di 16'ê Adarê de gava ji navçeya Peyasê çûye Qada deriyê Çiyê, hin kesên nenas ew dane selinandin û bi hinceta binçavkirinê ew bi zorê li wesayîtekê siwar kirine. Karahn got: "Li Dersimê hin dozên min ên siyasî hebûn. Ev kesên ku ez dam sekinandin, gotin derbarê te de biryara binçavkirinê heye. Min xwest biryarê bibînim, lê gotin 'em ê di hundirê wesayîtê de rê te bidin.' Min jî got, heya ji parêzerê xwe re nebêjim ez ê neyêm û min berê îfade daye. Di vê navê re kesê di wesayîtê de bû, peya bû û telefona di dest min de ji min stend. Kesekî din jî got, 'Temam, sakîn be, jixwe em te narevîînin, em te bi awayekî remî binçav dikin.' Min ji parêzerê xwe re got, ez têm binçavkirin. Wî jî got, temam va ez derbasî edliyeyê dibim. Min ji van kesan xwest, ez li nasnameya wan binerim. Lê bi awayekî ku ez nebînim rê min dan û zûzûka xistin berîka xwe. Min navê wî jî nedît. Di vê navê re em hinekî ketin qirika hev. Gava me ketin qirika hev, mirov li dor me kom bûn. Bi dû re ez li wesayîtê siwar kirim." 
 
‘XWEDIYÊN DEWLETÊ' 
 
Karahan, diyar kir ku ji zû de ye li Amedê di nav xebatên siyasî de ye û kesên di wesayîtê de jê pirsîne li Amedê çi dike û gava bersiv nedaye jê re gotine: "Polîsê çi, emniyeta çi, em dewlet in. Em ên îstixbaratê ne, xwediyên dewletê yên esil." 
 
SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN E 
 
Karahan got: "Pirs ji min kirin. Min bersiv neda. Bi dosyeyên derbarê min de gef li min xwarin. Gotin, dibe ku li vê derê jî dosyeyên te hebein, heger bixwazî em dikarin jê bibin. Tu xwendekarê zanîngehê yî, heger bixwazî em dikarin te mezûn bikin. Çi madî çi manewî em ê bi her awayîî alîkariya te bikin. Em dewlet, xwedî erkeke mezin in." 
 
GILÎ KIR 
 
Karahan, anî ziman ku gava teklîfên wan qebûl nekiriye cardin gef lê xwarine û zêdetirî nîv saetê li nav bajêr hatiye gerandin. Karahan, diyar kir ku gava wî li nav bajêr gerandine di ber re jî gef lê xwarine û cardin wî anîne li cihê berê danîne. Karahan, bilêv kir ku bi rêya parêzerê xwe giliyê van kesan kiriye û got: “Li cihê ku min girtin kamerayên mobeseyê hebûn. Em ne xerîbê van rêbazan e. Ev pêkanînên salên 90'î ne. Çavê wan lê ye me bitepisînin û bikin sîxur. LÊ dixafilin. Em ê serî netewînin." 
 
‘BERÊ ÇEKÊ DAN MIN Û EZ BINÇAV KIRIM' 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Selamî Erkîz jî anî ziman ku di 12'ê Adarê de danê êvarî gava li navçeya Rezan a Amedê digeriya polîsan ji nişkave berê çekê dane wî û sê kesên ku wan nas nake û ew binçav kirine. Erkîz, diyar kir ku heya çûne midûriyeta polîsan jî polîsan li wî û sê kesên ku wan nas nake xistine. Erkîz, bilêv kir ku bi hinceta li kuçeya midûriyeta polîsan dirûşme berz kirine hatine binçavkirin û li midûriyetê 3 satean şipyakî hatine sekinandin. Erkîz got: "Li wir, li me xistin. Gava parêzerên me hatin, xwe li başiyê danîn. Lê belê gava çûn, vê carê heqaret li me kirin. Piştî çend saetan em birin nexweşxaneyê. Me xwest em raporê bigirin, lê polîs bi bijîşk re axivîn û bijîşk bêyî ku guh li me bikin rapor dan me. Ji nexweşxaneyê heya midûriyeta polîsan, polîsan ji me re got 'hûn terorîst in.' Sîxurtî li min ferz kirin. Gotin, 'Tu biaxivî, ê tiştek jî neyê serê te.' Bi dû re em berdan." 
 
Erkîz, destnîşan kir ku dê giliyê polîsan bike. 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

21/03/2021
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'