Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike

img

DERSÎM - Xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu, her sal agirê Newrozê ku Mazlum Dogan li Zindana Amedê bi 3 darikê çixatê pêxistibû, li ber deriyê mala xwe geş dike û kevneşopiya Newrozê berdewam dike. Dogan, bang li her kesî kir û xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Her sal ji bo bîranîna birayê min em li ber deriyê malê Agir geş dikin. Ji bo em li nirxên xwe xwedî derkevin em bi hevre li qadan Newrozê piroz bikin."  

 
Kurd ji serhildana Kawayê Hesinkar heta niha her sal di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz dikin.  Beriya Zayînê (B.Z.) ji 21'ê Adara sala 612'an heta niha 2633 salin Kurd her sal di 21'ê Adarê de Newrozê geş dikin. Ewil Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq serî hilda û bi agir ev yek pîroz kir. Piştre li dijî zilm û zordariya Zindana Amedê yek ji pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan li Zindana Amedê di 21'ê Adarê de bi 3 darikên çixatê agir berda bedena xwe û bi bedena xwe Newroz pîroz kir. Ji ber vê yekê Mazlum Dogan wekî "Kawayê Hemdem" tê zanîn û nasîn. Mazlum Dogan, li dijî zilm, îykence û înkarê agir berda bedena xwe û serî hilda. 
 
Xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re qala berxwedana Mazlum Dogan û agirê ku Mazlum pêxistiye kir. Mazlum Dogan li Mezraya Seyidan a Gundê Gomar ê navçeya Mazgîrta Dersimê ji dayik bû. Malbata Mazlum Dogan piştî çalakiya Mazlum gelek cil berg û amûrê wî ji bo parastinê şandin Ewropayê. Odeya ku Dogan lê ji dayik bû niha girtî ye. Lê mase û wêneyê Dogan hêj li odeyê ne. Serap Dogan Mutlu ji bo li bîranîna birayê xwe xwedî derkeve hat li mala ku Mazlum Dogan lê ji dayik bûye bi cih bû. Serap Dogan Muzlu, anî ziman ku ew bi germahiya agirê ku Mazlum pê xistiye li vê malê rûdinê û li vir dijî. 
 
Serap Dogan Mutlu, bal kişand wêneyê ku Mazlum û Delîl ê strana “Canê Canê” nivîsandiye û bi hevre dema lîse dixwendin kişandine û got: “Tu car ji hev neqetiyan. Gorên wan jî li tenişta hev in. Ez her roj diçim gora Mazlum û Delîm ziyaret dikim. Ez her tim bîranînê wan zindî dikim. Mazlum kesekî wêrek û jîr bû. Mamosteyên wî her tim digotin 'Ev mezin bibe dê bibe mirovekî pir mezin û navdar. Mazlum di sala 1968'an de dema ez li Eskişehirê bûm hat ez ziyaret kirim. Wê demê 18 salî bû. Tu car ji bîra min naçe. Carekê Mazlum hubir rijandibû. Wê demê ez jê aciz bûm û min li wî xistibû. Ez tu carî ji bîr nakim. Her ku ew tê bîra min ez xemgîn dibim. Mirovekî pir zindî çalak, jîr û zane bû. Bi fikr û hişê xwe derdiket pêş. Mamosteyan jî ev yek ferq kiribû. Mirovekî pir wêrek bû. Ji bo ji zilm û zordariyê re bêje bes e ev çalakî pêk anî. 
 
'DÊ DÎROK MA BINIVÎSE' 
 
Serap Dogan, da zanîn ku bavê wê ji bo nexwendinê bertek nîşanî Mazlum dabû û wiha axivî: "Mazlum ji bavê min re got “Bavo dê rojekê dîrok me binivîse." Bi rastî jî dîrokê we nivîsandin û di dîrokê de cihê xwe girtin. Diya min jî dixwest di şîrketekê de bibe midûr an jî rêveber û xizmeta gelê xwe bike. Lê Mazlum ev yek qebûl nekir û gotibû ‘Ez bi vî karî dê emrê xwe bidim û tenê 300 kesan rizgar bikim. Lê bi vî karî nikarim ji bo hemû Kurdan tiştekî bikim. Xelaskirina 300 kesan ne xelasiya Kurdan e." 
 
'ME JI GELÊ ME RE VEBÊJIN'
 
Mutlu, anî ziman ku dema Mazlum li Zindana Amedê bû dem bi dem diçû ziyareta Mazlum û wiha lê zêde kir: "Têkoşîna xwe li zindanê jî berdewam kir. Her ku diçûm ziyareta Mazlum, digot 'Eger bi rastî hûn dixwazin me ji vê zindanê rizgar bikin û zilmê bi dawî bikin, wê demê me ji gelê me re vebêjin û me zêde bikin. Me û têkoşîna me ji her kesî re bêjin, bila mirov zane bibin. Wê demê min zêde wate nedida gotinên Mazlum. Em jî ne pir zane bûn. Me wate nedida. Heta ku me fam kir û em hişyar bûn dem derbas bû. Digot divê mirov tawîzan nede. Ku tawizan bide nikare xwe ji wan xela bike." 
 
'BERXWEDANA WÎ BÛ MÎNAK'  
 
Mutlu, da zanîn ku têkoşîn û berxwedana Mazlum ne tenê ji bo malbatê, ji bo hemû gelê Kurd bû mînak û wiha berdewam kir: "Berxwedana wî hêz da her kesî. Beriya ku birayê min jiyana xwe ji dest bide hat xewna min. Min plan dikir ku di meha Adarê de dîsa bêm ziyareta Mazlum. Mazlum hat xewna min. Min di xewna xwe de dît Mazlum hatibû gund. Pir kêfa min dihat. Digot 'Ez hatim dîtina we û ezê dîsa biçim' Min jî digot hinek din bimine. Digot 'Bi lez karê min heye divê ez biçim' Dema çû êşek mezin li pey xwe hişt. Piştre bû sibe ez hişyar bûm. Agahiya Mazlum hat." 
 
BANGA NEWROZÊ 
 
Serap Dogan Mutlu, destnîşan kir ku Mazlum Dogan bi çalakiya xwe peyam da gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “Xwest di Cejna Newrozê de peyamê bide gelê Kurd û li pêş gelê Kurd bibe ronahî. Ji ber ku wê demê li zindanê îşkence, zilm û tundî pir zêde bû. Mirov dîl dihatin girtin. Tev li îxanetê dibûn. Ger ku îxanet pêş ketibûya dê Kurd 20 salan paşve çûbûna. Mazlum Dogan bi vê çalakiya xwe rê li pêş îxanetê girt û destûr neda ku Kurd biçin îxanetê. Ji ber ku wateya Newrozê Roja Nû ye, çalakiya Mazlum ji bo gelê Kurd dîsa bû destpêka Rojek Nû. Ji ber vê yekê her pîrozbahiya Newrozê ji bo me xwedî wateyek pir mezin e. Em her sal bîranîna birayê xwe li pêş deriyê mala xwe zindî dikin. Agirê ku Mazlum pê xistiye em her sal li pêş deriyê mala xwe pê dixin û Newrozê geş dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Ji bo em li nirxên xwe xwedî derevin divê em bi girseyî tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û dakevin qadên Newrozê." 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

21/03/2021
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne