ERZÎNGAN – Li navçeya Kemah a Erzînganê, bi pîleya 4.3 erdhejê çêbû.
Li navçeya Kemah a Erzînganê saet di 08.51 bi pîleya 4.3 erdhej çêbû. Erdheja ku di kûrehiya 7 kîlometre di bin erdê de çêbû, ji bo demekê li bajar bû sedema xofê. Piştî erdhejê 11 erdhejên paşbir çêbûn.