* Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, destnîşan kir ku biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê nas nakin û got: "Em ê xwedî li Peymanê derkvin. Em vê biryarê nas nakin û qebûl nakin."
* Li Rihayê anonsên serwextkirinê yên derbarê Balikligolê de tenê bi tirkî û erebî tên kirin. Ji ber ku anons bi kurdî nayên kirin, welatiyan nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev polîtîkayeke dewletê ye.
* Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Jinan bertek nîşan da û gotin: "Mêr lê dide, dewlet diparêze."
* Pêşketinên binçavkirina bi zorê ya Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê li Meclîsê wê bên şopandin.
* Çalakliya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 13'emîn de, li ber Edliyeya Rihayê wê dewam bike.
* Li Amed, Êlih, Dersim, Sêrt, Qoser, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Wan, Agirî, Bazîd, Colemêrg, Gever, Mûş, Tetwan, Riha, Dîlok, Edene, Denîzlî, Manîsa, Enqere, û Bursayê wê li qadan Newroz bê pîrozkirin. (11.00-16.00)