ÊLIH - Li Êlihê, bi dehezaran kesên Qada Newrozê tije kirin, bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” daxwazên xwe anîn ziman.
Li Qada Newrozê ya Êlihê, pîrozbahiyê bi şîara “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dest pê kir. Bi hezaran kesên di şefekê de, herikîn qadê bi coş û kelecaniyeke mezin Newrozê pîroz dibkin. Girtiya li qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.
Welatiyên ku bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn, qad xemilandin.
Pîrozbahiyên Newrozê, bi gotina stranan dewam dike.