Cizîrî bûn yek deng: Azadî

img

ŞIRNEX - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di Newroza Cizîrê ya bi deh hezaran kes beşdar bûn de axivî û got: "Tecrîd şere. Îro daxwaza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn azadiya Ocalane."

 
Bi deh hezaran şêniyên Cizîra Botanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serê sibê de herikîn qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê. Di pîrozbahiya Newrozê de Berdevka Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Beriya axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin.   
 
Başaran, di axaftina xwe de anî ziman ku li Cizîrê ev demek dirêje amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha got: “Dixwazin Newrozê li Cizîrê qedexe bikin. Lê bele kes nikare pîrozbahiyên me asteng bike. Cizîr warê Newrozê ye. Îro bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûye. Pêşî û paşiya qadê tijî ye. Îro Newroza Cizîrê ji êrîşên îktîdarê re bû bersivek mezin.”
 
Başaran, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî partiya me tu carî bi dawî nebûne. Cizîra Botan êş û elemen herê giran dîtin. Li Cizîrê malên me hilweşandin û bi dehan hevalên me di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Dema ku êrîş dikirin digotin ‘em ê Cizîrê têk bibin. Ji 2015’an vir de siyaseta şer, tunekirin û hovîtî li hemberê me tê meşandin. Tevî hevşaredarên me û parlamenterên me gelek siyasetmedar di girtîgehê de ne. Her roj li hemberê me astengiyan derdixin. Bi êrîşên ku pêk tînin naxwazin siyaseteke demokratik pêk were. Dijmin dibêje Gelê Kurd û mafê wî tune ye. Şaredariyên me dagir kirinn û dixwazin vîna me tune bikin. Tevî van hemû êrîşan îro dibêjin ‘em ê HDP’ê bigirin. 600 siyasetmedar jî wê nikaribin siyasetê bikin." Gelê me dê bersivê bide van gotinan. Bi hezaran ji gele me îro amade ne ji bo xwedî li HDP’ê derbikevin, siyasetê û rêvebiriyê bikin. Tu kes nikare HDP’ê bigire. Îro bersiva herî mezin em ji Cizîrê dişinin Enqerê. HDP gel e. HDP jin e. HDP sembola dayikên laçik spî ye û ji bo azadiyê li berxwe dide. HDP ciwan û zarok e. HDP pêşeroja zarokan e. Hikûmet nikare partiya me di nav civakê de tune bike. Ji Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu  re ceza birîn. Piştî ceza gotin em wekîltiya wî dixin. Ev îktîdar bi darbe û êrîşan li ser niga ye. Îktîdar ji ber ku bêhêz maye îro êrîş dike.”
 
'DAXWAZA GIRTIYAN DAXWAZA ME YE'
 
Başaran, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Dema çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di girtîgehan de hat destpêkirin şûnde di 5’ê Nîsana 2019’an hevdîtin pêk hat. Herê dawî jî bi rêya telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hatibû kirin. Îro di derbarê tendûristiya birêz Ocalan de li se medyaya civakî parvekirin hatin kirin. Ev 23 sa lin li ser birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Bi awayek bêhiqûqî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em wek Gele Kurd bang îktîdara AKP’ê dikin ku demildest tecrîd bê rakirin. Tecrît tundiya  li jinê ye. Tecrît têkçûyîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Jin jiyane jiyanê diparêze. Jin jiyanê diafirîne. Îktîdar dijiminê xweza, aştiyê û jinê ye. Her roj jin ji aliye meran û îktîdarê ve tên qetilkirin. Jinên ku li ber xwe didin jî rehin digirin û dikin girtîgehan. Hevalên me îro di girtîgehê de jî li berxwe didin. Wekî ku hevala me Leyla Gûven got ‘an li derve an hindir dê têkoşîna me berdewam bike.’ 115 rojin di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Daxwaza wan daxwaziya me û gelê Kurd e.”
 
'JINA QETIL DIKIN'
 
Başaran, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê jî û got: “Her roj sê jin tên kûştin. Jinên ku rastî tundiyê tên serlêdanê  dikin lê wan dişinin malen wan û di malên xwe de tên kûştin. Dema ku dora me dorpêç dikin hêza wan heye. Dema jin dibêjin azadî aştî bi dehan polîs dora wan dorpêç dikin. Jin tê qetilkirin piştre jî jin tên sûcdarkirin. Jin tên qetilkirin û jin tên darizandin. Îro jî Peymana Stenbolê di rojevê de ye. Di sala 2011’an de Tirkiye ev peyman îmze kir. Îqtîdara AKP’ê bi siyaseta xwe ya darbeyê bi şev peyman fesih kir. Ev jî tê wê wateyê ku mêrên jinan qetil dikin dê bên parastin. Ên ku destdirêjiyê dikin dê wan biparêzin. Peymana Stenbolê destkeftiya me ye. Me bi ked û bedelên mezin peymana Stendolê bi dest xist. Em gav ji paşve navêjin.”
 
NEWROZ PÎROZ KIR 
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe de Newroza hemû gelan û girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Newroza Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û gelek jinên girtî pîroz dikim. Em ê di sala 2022’an de bi hevalên xwe yên girtî re Newrozê pîroz bikin. Em ê di sala 2022’an de azadî aştiyê pêk bînin. Newroz pîroz be.”
 
Piştî axaftina Ayşe, girseyê dirûşmeyên “Şehît Namirin”, “PKK Gel e, gel li vir e”, “HDP Gel e, gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û ”Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Mîtîng, bi stranên hûnermendan berdewam kir. Piştî stranan mîtîng bi tilîlî û çepikan û bi meşê bi dawî bû. 

Sernavên din

24/03/2021
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê