Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Dêrika bû û bang li rêxistinên Kurdistanî kir ku bibin yek.
 
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Li Derikê jî bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, di pîrozbahiyê Dêrikê de axivî û Newroz li gelê çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz pîroz kir. Yûsif, anî ziman ku bi serbilindî vê rojê li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û wiha got: "Newroza 2021’an Newroza gelên bindest e.”
 
Foza diyar kir ku li ser vê xakê bi saya Rêveberiya Xweser, li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin. Foza bal kişand ser serhildana hêzên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, serhildana YPG/YPJ’ê li eniyên şer û serhildana girtiyan a li zîndanên faşîstan û gelê ku ji bo azadiyê têdikoşe.
 
Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê careke din li ser vê xakê li dijî faşîzm û dagirkeriyê serî hilda û wiha dewam kir: “Em ji dijmin re dibêjin, bi destgîr kirina siyasetmedaran û înkarkirina gelê Kurd û bi dawîkirina dan û standinan, tu wê nikaribî îradeya me bişkênî. Divê hikumeta Şamê îradeya vî gelî nas bike, mafên gelê Kurd û gelên herêmê bipejirîne û di destûra Sûriyê de misoger bike. Divê ev gelê berxwedêr di Sûriyeya pêşerojê de xwedî biryar û nêrîn be.”
 
Foza Yûsif bi bîr xist ku siyaseta nîjadperestî û paşverûtiyê Sûriyeyê ber bi aloziyeke nû ve dibe. Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriya pêşerojê ya azad, demokratîk û li ser esasê demokrasî û Rêveberiya Xweser.
 
YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Foza Yûsif da zanîn ku îro roja yekitiya neteweyî ye û wiha dewam kir: “Divê rêxistinên Kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê daxwazên gelê Kurd ên yek kirina refa Kurdî pêk bînin, bi pey lîstok û komployên dijminan nekevin. Divê em bibin yek û xwe wekî hêzekê li ser dijminên xwe ferz bikin.”
 
Yusif, li ser xeteriyên li dijî yekîtiyê jî rawestiya û got: “Hevkariya bi dijmin û dagirkeran re gef û xetereyeke mezin e li ser yekitiya neteweyî û ji ber vê divê her kes li hemberî gel bi berpirsyar be û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne.”
 
Foza Yûsif teqez kir ku bi îrade û israrê ew ê Newroza 2021’an bikin Newroza gelan, Rêveberiya Xweser û jinan û wiha got: “Gelê Kurd mizgîniyê dide gelên Rojhilata Navîn ku em ê li ser vê xakê jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin. Ev biryara me ye heta dawiyê ye. Newroz, Newroza Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de ye. Em Newroz li şervanên QSD, YPG/YPJ’ê û li çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin." 
 
LI GELEK NAVENDAN BI DEH HEZARAN KOM BÛN 
 
Bi deh hezaran kes li Kobanê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeran têk bibin" piroz kirin. Pîrozbahiya li Kobanê li qada daristanî ya li rojavayê bajêr pêk hat. Ji Kurd, Ereb, Suryanî bi hezaran kesên ji pêkhateyên herêmê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ku beşdar bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn, komên çand û hunerê yên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xidor ya Kobanê hunera xwe pêşkêş kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja Şemiyê ve tevî 1100 endamên xwe li qadê tedbîrên ewlekariyê wergirtin. Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê jî pîrozbahiyê li gundê Heliqê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin. Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li bendava Borzê ya li bakurrojhilatê navçeyê li hev kom bûn. Pîrozbahiya li Dirbêsiyê jî li navenda navçeyê bi pêxistina meşaleya Newrozê dest pê kir. Li Tirbespiyê jî bi hezaran kes li bendava Mizeftê ya li bakurrojhilatê navenda navçeyê li hev kom bûn.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/03/2021
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê