Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolû, diyar kir ku bi milyonan mirovên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, rûyê ronahiya Tirkiyeyê derxistin holê û got: “Di Newrozê de gel, hêz û rola çareseriyê ya Birêz Ocalan cardin nîşan da.”  

Bi milyonan kes li bajarên herêm û Tirkiyeyê, piştî 2 hezar û 633 salan, îsal cardin ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya bi serkeftina Kawayê Hesinkar tacîdar bibû, herikîn qadan. Hirs û kîna gel a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, îdîayên derbarê tenduristiya wî de yên li ser medya civakî hatibûn parvekirin, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike,  vekirina doza girtina HDP’ê û xistana parlamenteriya wekîlê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bandora xwe li qadên Newrozê kir.  
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) emîne  Caynak, peyamên di qadên Newrozê de hatin dayîn û daxwazên gel nirxandin.
 
‘RÛYÊ RONAHÎ YÊ TIRKIYEYÊ DERKET HOLÊ’
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku Newroz, bi taybetî ji bo gelê Kurd, bindest û gelên rastiya xwe di Newrozê de dibînin, girîngiyek mezine û ji ber vê di pîrozbahiyan de, her tim peyamên polîtîk tên dayîn. 
 
Şenoglû, diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal, gelek encamên krîtîk û xweser derxistin holê û wiha axivî: “Rastiya berxwedanê ya Newrozê di şert û mercên îro de derket holê. Ji Stenbolê, heya Amedê, ji Edîrneyê heya Colemêrgê, ji Mêrsînê bigirin heya Mugla, Antalyayê û her derî, bi mîlyonan kes bi coşek mezin daketin qadan. Gelan rûyê ronahî yê Tirkiyeyê di vê Newrozê de derxistin holê. Ev ronahî bi agirê Newrozê derket holê.”
 
‘DIVÊ DEWLET ENCAMÊN PÊWÎST DERBIXE’
 
Şenoglû, da zanîn ku Tirkiye di serdemeke pir zor û bi êş re derbas dibe û wiha pê de çû: “Di serî de gelê Kurd, hemû gel, karker, emekdar û hemû beşên civakê şerê jiyanê didin. Di Newrozê de daxwaza guhertina vê yekê hebû. Bi milyonan kes li qadan bûn. Gelan û bindestan vîna avakirina pêşeroja xwe li van qadan nîşan dan. Di vî warî de, di Newrozê de peyamek bi hêz hat dayîn. Aqlê dewletê, divê îro encamên pêwîst derbixîne.”
 
‘DAXWAZA HERÎ JIYANÎ AZADIYA OCALAN E!’ 
 
Şengoglû, bi bîr xist ku peyama herî girîng û bi hêz a ku di Newrozê de hat dayîn, daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Şenoglû, têkildarî vê daxwaza gel jî ev nirxandin kir: “Gel bi peyamên xwe yên di Newrozê de dan, got ku ji bo avakirina aştî û azadiyê, demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd rola çareseriyê Birêz Ocalane. Gel bi vîna xwe ya azad, ev rastî carek din danî holê. Vîna xwe ya siyasî danî holê. Ji ber vê li dijî tecrîd helwesta xwe danî holê.” 
 
‘HÛNÊ PARTIYA NEWROZÊ ÇAWAN BIGIRIN?’
 
Şenoglû, anî ziman ku peyama din a herî mezin li dijî vekirina doza girtina HDP’ê bû û wiha bi dawî kir: “Gel li dijî êrişên desthilatdariyê yên li ser HDP’ê pir bi hirs bû. Bi milyonan mirov daketin qadan û ji bo tu gotinek din cih nehiştin. Bi milyonan kes li qadan xwedî HDP’ê derketin û gotin, ‘Vaye HDP li vire, hûn dikarin HDP’ê bigirin, lê hûnê nekarin partiya Newrozê bigirin, ma hûnê çawan karibin partiya Newrozê bigirin? Gelên ku herikên qadên Newrozê, bal kişandin ser ‘Rêya Sêyemîn.’ Hêviyek mezin di Newrozê de derket holê. Di Newrozê de gel cardin xwedî vîna xwe derket. Divê ev yekitî bê xurt kirin û tifaka civakî bi hêza Newrozê bê avakirin. Yanî tabloyeke bi biryardarî û keyfxweşî derket holê.”
 
CAYNAK: BERSIVA HERÎ XWEŞ BÛ
 
Endama Meclîsa DBP û di heman demê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TAJ) Emîne Caynak jî, diyar kir ku bi gelê Kurd re, gelên Tirkiyeyê, gelek sazî û dezgehên jinan jî herikîn qadê Newrozê û bersiveke herî xurt dan polîtîkayên înkar, pişavtin, zext û tunekirinê. Caynak, da xuya kirin ku bi mîlyonan kes beşdarî Newrozê bûn û wiha axivî: “Gelê Kurd li qadan carek din xwedî vîna xwe ya siyasî, nasname, ziman û çanda xwe derket.”
 
Ceynak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Newroza îsal pir bi heybet derbas bû. Xwedî derketinek mezin hebû. Dema ku 5 salên dawî yên bi zextên giran derbas bûn li ber çavan digirin, tevlîbûne pir bi hêz a Newrozê hebû. Tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê nîşan da ku kes nikare bi operasyon, zext û înkarkirinê gelê Kurd teslîm bigire. Kurdan vîna xwedî derketina hemû nirxên xwe danî holê. Tevlîbûna bi hêz a Newroza îsal her kesî matmayî hişt. Pergal jî şaşwaz bû.”
 
GEL XWEDÎ HDP’Ê DERKET
 
Caynak, diyar kir ku tevlîbûna Newrozê di heman demê de, bersiva herî mezin a ji bo doza girtina HDP’ê bû û wiha rêz kir: “Kurdan bi rihê Newrozê vîna xwe nîşan dan. Pergal çi dike bila bike, wê nekare Kurdan teslîm bigire. Ev peyam beramberî her tiştiye. Divê pergala vê peyamê baş bixwîne.”
 
JINAN DAXWAZA AZADIYÊ KIRIN
 
Caynak, bal kişand ser tevlîbûna jinan a Newrozê û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jin pir bi hêz tevlî pîrozbahiyan bûn. Peymana Stenbolê fesh kirin. Jin her roj tên qetilkirin. Jin li dijî vê daxwaza xwe ya azadiyê qîr kirin û soza xwe ya têkoşînê nû kirin. Jinan di Newrozê de peyama kes nikare têkoşîna jinan asteng bike dan. Bi mîlyonan jinên daketin qadan, bi îsyana xwe bersiva herî mezin da pergala serdest.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

26/03/2021
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne