Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna li gel alimên oldar de axivî û got: “Edalet ruh û cewhera Îslamê ye. Îro pirsgirêka herî zêde em pê re rûbirû mane jî bêedaletî ye. Li her bihostê bêedaletî heye û bêdaletiyê her dever dorpêç kiriye.” 

 
HDP vê carê jî di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de li otelek Enqereyê bi alimên olî re civiya. Ji gelek bajarên Tirkiyê nûner beşdarî hevdîtinê bûn û di hevdîtinê de wê li ser “Îslam û edaletê” axaftin werin kirin. 
 
GERGERLÎOGLÛ DI DÎWANÊ DE YE
 
Li cihê hevdîtinê pankartên kurdî, tirkî û erebî hatin daliqandin. Dî hevdîtinê de dîwanek hat bijartin û Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hat betalkirin jî têde cih girt. 
 
HATIMOGÛLLARI: LI DIJÎ NEBAŞIYÊ WÊ EDALET BI SER BIKEVE 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Tulay Hatimogûllari ya ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsiyar e axaftina vekirinê kir û bi kurmancî, tirkî û erebî beşdaran silav kir. Hatimogullari got: “Dîroka mirovahiyê dîroka li dijî zilmkaran e. Spartakus li dijî koletiyê îsya kiribû. Kawayê Hesinkra li dijî Dehaqê zalimkar têkoşiya. Hazretî Mûsa li dijî fîravûnan, Hazretî Huseyîn li cem mezlûman li dijî neheqiyê û bêedaletiyê têkoşiya. Di bin her bingeha pirsgirêkan de bêdaletî heye. Lê ya rast ew e em wijdan, maf û edaletê bi hev re bijîn. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Di bin pirsgirêkên civakî de bêedaletî derdikeve. Dîn û îman ji devê wan nakeve lê haya wan ji nebaşiyê wan nîne. Helbet wê li dijî nebaşiyê wijdan, maf û edalet bi ser bikeve.” 
 
BÛLDAN: DIVÊ ENQERE BAŞ GUH BIDE PEYAMÊN GEL 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di hevdîtina bi aliman re axivî û wiha got: “Hefteya bihûrî pîrozbahiyên Newrozê hebûn. Bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bûn û li dijî zilmê derketin û xwedî li îradeya xwe derketin. Peyama çareseriya bi şiklê aştî û demokratîk dan. Divê Enqere baş guh bide peyamên li qadên Newrozan û divê tavilê dest ji polîtîkayên şaş berde. Li ser rûyê vê axa qedîm hemû gel û bawerî aştî û demokrasiyê û edaletê dixwazin. Li cihek ku edalet û aştî nebe her tim zilm heye û êş û herikîna rondikên çavan heye. Li cihê ku edalet û wekhevî nebe, her cûre neheqî û bêhiqûqî heye. Dema alimên hêja Îslamiyetê pênase dikin dibêjin ‘Ola me ola edalet û aştî ye’. 
 
‘LI HER DEVERÊ BI BÊEDALETIYÊ DORPÊÇ KIRINE 
 
Pîvana edaletê ji heqaniyetê tê. Edalet ruh û cewhera Îslamê ye. Îro pirsgirêka herî zêde em pê re rûbirû mane jî bêedaletî ye. Li her bihostê bêedaletî heye û bêdaletiyê her dever dorpêç kiriye. Di serî de gelê kurd û gelên din û baweriyên din bi bêedaletiyê re rûbirû mane. 
 
LI HER SOFREYEKÊ BÊEDALETÎ HEYE
 
Ji ber ku hiqûqê ji edaletê qetandine mixabin îro li Tirkiyê sofreyekê bêedaletî ne. Bi nivîsandina nivîsên ‘Edalet bingeha milk e’ yên li qesrên edaletê adil nabe. Li Meclîsê jî dibêjin her tişt ji bo gel e. Lê ev nîne. Her cih bûye navnîşana bêedaletiyê û bêîradeyê. Bediuzzaman Saîd-î Kurdî dibêje ‘Zilm bûye kofiya edaletê’ û binê rastiya vê yekê destnîşan dike. Îro bêedaletiya em pê re rûbirû mane di bin vê gotinê de veşartî ye. 
 
PERGALA REDKAR Û YEKPEREST 
 
Îro vê pergala redkar û yekperest dixwaze her tiştên li ser navê îslamê ji holê rake. Di bingeha pirsgirêka kurd jî înkar, bêedaletî, newekhevî, neheqî û bêhiqûqî heye. Dixwazin daxwaza wekheviyê ya xelkekî tune dikin û ev jî li dijî cewhera aştiyê ya îslamê ye. Dixwazin ziman û çanda gelê kurd qedexe bikin. Ev jî li dijî rêgezên îslamiyetê ye. Ev zîhniyet li dijî îslamê ye jî. Îro li Tirkiyê îslam di bin tehakuma dewlet û îqtidarê de ye. 
 
OLÊ KIRINE AMÛR 
 
Li Tirkiyê olê jî kirine siyaset. Dewletê li ser ol û baweriyê tehakumê ava kiriye. Dixwazin li Tirkiyê terzek mîna Muaviye derxin holê. Jixwe îro tişta em pê re rûbirÛ manej î tam jî xeta Muaviyê ye. Me viya di zilma li dijî hevalê me Omer Farûk Gergerlîoglû de dît. Lê em û Gergerlîoglû li dijî zilmê têdikoşin û li ber xwe didin. Îqtidar û dewlet xeta aştiya îslamê red dike. Em ê fikra bawerî û gelan a di nava xwe de her tim biparêz in û xwedî li îslamiyeta rasteqîn û demokratîk derkevin. Helbet li dijî zilmê em ê teqez bi ser bikevin.” 
 

Sernavên din

25/03/2021
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya