Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin

img
AMED - Danişîna doza siyasetmedar û damezirînera Komeleya Jinan a Roza Ayla Akat Ata li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dema Ata bi Kurdî parastin kir Serokê dadgehê Ramazan Dundar got "Vala neaxive, em fam nakin." Di pêvajoya ku serokê dadgehê ji bo Kurdî gotibû  'Zimanê nayê zanîn" û derbasî girtekan kiribû, vê carê Serokê heyeta dadgehê got “Ez jî dixwazim Kurmancî, Zazakî, Almanî Îngîlîzî û Firansî fêr bibim." 
 
Danişîna doza Siyasetmedar, Seroka KJA û Endama Damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Ata di 2’yê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rêvedibir de hatibû girtin. Ata ku ji dozek din li Girtîgeha Jinan a Sîlîvrî girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Ata, parastina xwe bi zaravayê Kirmanckî kir. Lê ji ber tercuman tune bû, Serokê Dadgehê Ramazan Dunrdar ket navberê û got: "Vala neaxivin. Em fam nakin. Dema parêzer Elif Tirenç, ji bo tercûman bibîne ket lêgerînê, Ata, axaftina xwe bi dimilî/kurmanckî berdewam kir. Serokê dadgehê peyva Ata qut kir û got: “Çima yên tên girtin dibin heyranê Kurdî." Ata jî got "Beriya ez bêm girtin jî min bi Kurdî parastin dikir." 
 
Ata, tiştê bi zaravayê dimilkî got wergerî Tirkî kir û wiha parastin kir: "Mafê jiyana zimanê zikmakî nayê naskirin. Ez dixwazim bi zimanê zikmakî Zazakî/kurmanckî parastinê bikim. Lê nikarim bikim." Serokê heyetê Dundar jî got "Eger hûn fêr nebûbin hûn çima me tawanbar dikin?" Ata, jî bersîv da û got: "Ez dadgeha we sucdar nakim. Mafê jiyana zimanê zikmakî nayê naskirin. Ji ber vê yekê jî em nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber ne zimanê perwerdehiyê ye bi qasî ez ji dayika xwe fêr bûme, dikarim xwe îfade bikim." Li ser vê yekê Serokê heyetê Dundar got “Min fam kir. Ez jî dixwazim fêrî Kurmancî, Zazakî, Almanî, Îngilizî û Fransî bibim." 
 
Ata, heta tercuman hat ditin parastin kir û got: "Di 7 çalakî û daxuyaniyan de ez bi şahide nepen têm tawanbarkirin. Daxuyaniyên navê wan tên gotin ez beşdar bûm. Daxuyanî mafekî zagonî û hiqûqî ye. Mafê rêxistinkirin û azadiya ramanê ye. Min ev mafê xwe yê zagonî parastiye. Ez wekî Seroka Kongreya Jinên Azad (KJA) beşdarî van daxuyankiyan bûm." 
 
Serokê Dadgehê Dundar dîsa peyve Ata qut kir û got: “Ji bo me tevlêbûna we ya van daxuyaniyan ne girîng e. Hûn bi tevlêbûna van çalakiyan nayên tawanbarkirin. Hûn ji ber rêxistinê ferman daye û hûn tevlê bûne tên tawanbarkirin."  Ata, dîsa dewam kir û got: "Ez bi ferman û daxwaza tu rêxistinan tev li vê çalakiyê nebûme. Ez dixwazim li ser îfadeya şahidên nepen jî parastinê bikim." Lê Dundar dîsa ket nav û got: "Hêj li îfadeyên şahidên nepen nehatine guhdarkirin. Kengî îfadeyê wan hat guhdarkirin hûnê li ser vê yekê parastin bikin. 
 
Parêzer Elîf Tirenç jî parastin kir û got: "Materyalên ku berê hatibûn desteserkirin û paşve dabûn Ata, di serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa de dîsa desteser kirin û dîsa wekî delîlên sûc pênase kirin. Divê ev delîl ji dosyayê bên derxistin. 
 
Parêzer Tirenç xwest vê dosyayê û dosya Kobanê ya li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatiye vekirin bikin yek. Di danişînê dayika Ata jî li salonê amade bû. Ata bi rêya SEGBÎS'ê bi timilî bi dayika xwe re axivî. Dundar jî ev yek li biryarê nivîsî. 
 
Heyetê biryar da ku li benda bersîva heyeta 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dosyayê bikin yek raweste. Heyetê dîsa xwest nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re bê şandin  û di rûniştina pê de şahidên nepen li salonê amade bibin. Heyetê danişîna dozê taloqî demên pêş kir. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2021
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya