ENQERE - Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, giliyê Dozgerê Komarê yê Enqereyê Ersoy Yildiz ku fermana binçavkirina Gergerlîoglû dabû, ji HSK’ê re kir.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), giliyê Dozgerê Komarê yê Enqereyê Ersoy Yildiz ku fermana binçavkirina Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'yî ku parlamenteriya wî hat betalkirin dabû, ji Desteya Dozger û Dadgeran (HSK) kir. HDP’ê xwest ku dozger ji qanûnên TCK’ê yên 204 û 257’ê were darizandin. HDP’ê li aliyê din diyar kir ku wê giliyê polîsên ku derbarê Gergerlîoglû de girtek girtine de jî gilî bikin.