ENQERE - Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol wekîle HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku wekîltiya wî hatibû xistin ziyaret kir û pirtûka "Apê Musa 100 salî ye" diyarî wî kir.
Nobeta Edaletê ya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ya li Navenda Giştî ya HDP'ê didome. Ziyaretên ji bo piştgiriyê jî didomin. Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol wekîle HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku wekîltiya wî hatibû xistin ziyaret kir û pirtûka "Apê Musa 100 salî ye" diyarî wî kir. Siyasetmedarên din jî peyamên piştevaniyê ji Gergerlioglu re şandin.