WAN - TUHAY-DER’a Wan’ê 2’yemîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Wanê (TUHAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya asayî li avahiya Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Wanê li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedê beşdarî kongreyê bûn.
Piştî ku endamên dîwanê hatin hilbijartin endamê Meclîsa HDP'ê Okkeş Kava axivî û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir. Kava destnîşan kir ku nikarin girtiyan bi awayî hişmendî dîl bigirin û da zanîn ku girtî li dijî polîtîkayên zordestiyê têdikoşin.
Piştî ku raporên xebat û malî hatin xwendin Kudret Temel û Umît Çapa wek hevserokên komeleyê hatin hilbijartin.