Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin

img
WAN - Parêzerên 4 rojnamegerên ku di 2’yê nîsanê de wê derkevin pêşberî dadgehê diyar kirin ku di îdianameyê de tiştekî ku bibe sûc nîne û anîn ziman ku muwekîlên wan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin.
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên piştî ku îşkence û avêtina du welatiyan a ji helikopterê kirin nûçe, di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar rojnamevanan ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin di 2’yê nîsanê de were lidarxistin. Her çar rojnameger ji ber nûçeyên derbarê îşkenceya li Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban ên li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” tên sûcdarkirin. Parêzerên rojnamegeran beriya danişîna li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin banga xwedî derketina li rojnamevanan kirin. 
 
YETER: DI DOSYAYÊ DE SÛC NÎNE
 
Ji parêzerên rojnamegeran Ekîn Yeter a endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku derbarê muwekîlên wan de tu delîlên şênber nînin û wiha axivî: “Em îdianameyê weke ‘astengkirina xebatên çapemeniya azad û di çarçoveya avakirina medya alîgir de qûtifandina rojnamegeran’ dinirxînin. Di dosyayê de tiştekî ku weke sûc danîne pêşiya me nîne.” Yeter da zanîn ku nîşe, roportajên di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de hatine girtin, çêkirina nûçeyên binpêkirina mafan, kirine sûc û wiha got: “Gelo çêkirina nûçeyên binpêkirinên mafan sûc e? Gelo daxwaz û binpêkirinên mafan ên girtiyên bedena xwe ji bo tecrîd bê rakirin dane ber birçîbûnê, bikin rojev sûc e? Em şahidên xebatên çapemeniya azad ên muwekîlên xwe ne. Ev hevalên me rojnameger in. Ji xeynî rojnamegeriyê tu xebat bi rê ve nebirine. Nûçe bi neqandinê hatine hilbijartin, nûçeyên di qadên ekoloji, jin û jiyanê de hatine paşguhkirin. Hemû rêxistinên civakî yên sivîl şopdar û çavdêrên rojnamegeran in. Darizandina rojnamevanan li dijî peymanên navnetewî ne. Divê demildest ji vê xeletiyê were vegerandin û rojnameger bên berdan.”
 
TÎMÛR: HIQÛQÎ NÎNE BELGEYA SIYASÎ YE
 
Parêzer Mûrat Tîmûr jî destnîşan kir ku îdianame “belgeyeke hiqûqî” nîne “belgeyeke siyasî ye” û wiha got: “Heke kesekî bi sûcekî re têkildar bikin divê sedemê vê jî bê nîşandan. Çi sûc e, sedemê sûc çi ye? Lê dozgerê ku îdeaname amadekiriye pêwîstî bi tiştekî wisa nedîtiye. Esas sedemê darizandinên polîtîk jî bi vî şiklî ye.”
 
DAXWAZÊN DOZGER 
 
Tîmûr da zanîn ku agahiyeke ku rojnamegeran sûc kiriye di îdianameyê de tune ye û wiha got: “Îdianame çi dibêje; ev rojnameger li dijî saziyên dewletê nûçeyan çêdikin. Niha peywîreke Dozgerê Komarê ya parastina bekaya dewletê nîne. Karê dozger eve; Kesekî sûc kiribe li gel delîlan îdeanameyê dane holê. Dozger nikare bêje ‘divê rojnameger wisa tevbigere’. Lê dozger di îdenameyê de daxwaz û hêviyên xwe danîne holê. Dibêje ‘daxwaza min  ji rojnamegeran eve; divê bi hestên parastina dewletê nûçeyan çêbike, ya duyemîn jî divê nûçeyên spor û magazînê bên çêkirin, nekevin nav karên polîtîk.” Tîmûr pirsa “Ma dibe ku hiqûqnasek, dozgerek nirxandineke wiha polîtîk bike?” kir û wiha berdewam kir: “Kesekî hiqûqnas bi van hêvî û daxwaziyan nikare îdeanameyê amade bike. Amade bike jî weke îdeaname nayê qebûl kirin. Ji vê yekê re belgeya polîtîk tê gotin. Di pişt plana dozê de avêtina ji helîkopterê ya her du gundiyan û îşkence kirina wan heye. Pirsên di dema îfadeyê de ji muwekîlê me Adnan Bîlen hatin pirsîn delîlê vê yekê ye. Rojnameger 6 meh in bi hincetên bêhiqûqî, neheq û polîtîk girtî ne.”
 
‘HEKE NE JI WAN BÛYA ME YÊ NIZANIBÛYA' 
 
Tîmûr destnîşan kir ku divê rojnameger di danişîna ewil de bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku rojnameger negirtî bên darizandin divê hemû dezgehên çapemeniyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kes vê dosyayê bişopîne. Heke ev rojnameger nebûna wê kesî ji me nizanibûya ku ew welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Ji ber wê yekê dosyayeke girîng e. Divê hemû raya giştî ji nêz ve bişopîne.”
 
OFLAS: DELÎLÊN ŞÊNBER NÎN IN
 
Parêzer Bariş Oflas jî diyar kir ku girtina rojnamegeran êrîşa çapemeniya azad û pêkanîna polîtîkayên qûtifandinê ne û wiha axivî: “Di îdianameyê de delîlekî şênber tune ye. Îdaname nîşan dide ku rojnameger ji ber xebatên xwe û şopandina nûçeyan tên darizandin. Hevdîtinên rojnamegeran ên di navbera wan de û ragihandina nûçeyan jî kirine sûc. Bi pêşbiryariyeke wisa îdianame hatiye amadekirin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA DOZÊ
 
Oflas da zanîn ku azadiya îfade û raman, rêgeza ewlehiya hiqûqî hatiye binpêkirin û wiha got: “Encama ji vê dozê derkeve wê nêzîkatiya darazê ya azadiya çapemeniyê nîşan bide.” Oflas herî dawî banga xwedî derketina doza rojnamegeran li raya giştî kir. 
 
MA / Mujdat Can - Dîndar Karataş
 

Sernavên din

01/04/2021
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in