Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome

img
RIHA - Seredanên piştevaniya Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza “Edaletê” 23 roj in di çalakiyê de ne, didomin.
 
Seredanên piştevaniya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê yên Nobeta “Edaletê” di roja 23’yemîn de didomin. Malbat li pêş peykerê Ataturk ê di ketina avahiyê de çalakiya xwe didomîne. Rêveberên Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê, xwendekarên zanîngehê û aktivîstên TJA’yê yên Edenê û Mêrsînê îro malbat ziyaret kirin. 
 
Ewilî rêveberên Egîtîm Sen’ê malbat ziyaret kirin. Ferît Şenyaşar binpêkirinên mafan ên di dema nobetê de ji rêveberên Egîtîm Sen’ê re vegot û diyar kir ku duh ji bo li ser kaxizê “Edalet” dinivîsî hatin binçavkirin. Şenyaşar, derbarê danişîna di 2’yê nîsanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin de agahî da û diyar kir ku dadgeh di bin zexta siyasî de ye.
 
‘BILA EDALET BI CIH WERE’
 
Emîne Şenyaşar jî kêliyên komkujiya li nexweşxaneyê hat kirin ku bû şahid vegot û wiha bang li dozgerê dosyayê kir: “Te sond xwar ku wê ‘bi edalet bî’, hatî wî meqamî. Bila qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û edalet bi cih were.” Dayik Şenyaşar da zanînku heke qeydên nexweşxaneyê bên derxistin û kurê wê yê di êrîşê de giran birîndar bû û hat girtin bê berdan wê çalakiya xwe bi dawî bikin û wiha got: “Em 23 roj in li vir in, em jî westiyan bila êdî edalet bi cih were.” Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’a Rihayê Mahmût Bînîcî li ber dilê Şenyaşar da jî diyar kir ku daxwaza malbatê ya edaletê daxwaza wan e û anî ziman ku wê din ava piştevaniyê de bin.
 
XWENDEKAR DI GBT’Ê RE DERBAS KIRIN
 
Pişt re xwendekarên Zanîngeha Nevşehîr, Ege û Harranê malbat ziyaret kirin. Xwendekaran ji malbatê derbarê tiştên bi serê wan hatin de agahî girtin. Dema xwendekar ji cem malbatê veqetiyan polîsan ew di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.
 
JI JINAN SEREDAN
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Edenê û Mêrsînê hatin Rihayê jî malbat ziyaret kir. Ji ber li pêş avahiya edliyeyê destûr nedan hevdîtin pêk werer mekaneke nêzîkî cihê çalakiyê hevdîtin pêk hat. Dayik Şenyaşar derbarê tiştên bi serê wan hatin de jin agahdar kir. Jinên ku diyar kirin bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne, demekî dirêj bi dayik Şenyaşar re sohbet kirin. Jinan piştî seredanê xwest li pêş mekanê lê kombûyî bi dayikê re daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hinceta “Qedexeya Walitiyê” heye daxuyanî asteng kirin. Dûre aktivîsta TJA’yê Bedriye Kûş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayikek 23 roj in li peş avahiya edliyeyê rûdine. Em jî weke jin ji Edene û Mêrsînê hatin ku wê ziyaret bikin û diyar bikin em li cem wê ne. Bêguman wê edaleta îlahî pêk were.”
 
Dayik Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Şûna hûn ku me asteng bikin bila wê kesên komkujî pêk anî astengkiribûna.” Di pêvajoya çalakiyê de jin 3 caran di GBT’ê re hatin derbaskirin.
 

Sernavên din

01/04/2021
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in