Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me

  • rojane
  • 12:21 2 Nîsan 2021
  • |
img

WAN - 5 rojnamevan ji ber çêkirina nûçeya avêtina welatiyan a ji helîkopterê tên darizandin. Rojnamevan Şehrîban Abî diyar kir ku çêkirina nûçeyan ne sûc e. Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî got: “Ez ji ber çêkirina nûçeya derbarê helîkopterê de hatime girtin. Ev ne sûc e.” 

Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin.
 
Piştî parastina rojnamevan Adnan Bîlen û Nazan Sala, rojnamevan Şehrîban Abî, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût parastinên xwe kirin. 
 
ABÎ: GELO ÇÊKIRINA NÛÇEYAN SÛC E?
 
Rojnamevan Şehrîban Abî ya girtî destnîşan kir ku ajansa JinNewsê ew lê dixebite ajansek fermî ye û got: “Piştî em hatin girtin 5 meh şûn de îdianame hat amadekirin. Heke navê wê îdianame be… Di çar mehên ewil ên 2020’an de bi awayê teknîkî min şopandine. Min nûçeyên îstîsmara zarokan û nûçeyên jinan çêkiriye. Gelo çêkirina van nûçeyan sûc e?” Abî destnîşan kir ku tu delîlek ku wê bige “endama rêxistinê” nîne. 
 
Abî pirsa serokê dadgehê ya “Di dosyeya te de lênûsa têbiniyan heye, tu ji bo wê çi dibêjî?” da û wiha got: “Ez rojnamevan im. Ji bo heke tiştek ji telefona min bibe, min nimreyên li gel xwe di lênûskê de qeyd bikim. Ez nizanim kî endamê rêxistinê ye û kî ne endamê rêxistinê ye.” 
 
ÛGÛR: JI BER NÛÇEYA HELÎKOPTERÊ HATIME GIRTIN 
 
Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî wiha parastina xwe kir: “Ez rojnamevan im û li vir rojnamevanî tê darizandin. Di îdianameyê de tê gotin ku tenê nûçeyên civakî hatine çêkirin û nûçeyên talankirina xwezayê, spor û magazînê nehatine çêkirin. Lê halbûkî me di erdheja Elbaka Wanê de wêneyên ku bikevin bîra Tirkiyê girtibû û nûçeyan çêkiribû. Ajansa ez lê dixibetim Ajansa Mezopotmayê ajansek yasayî ye. Hevdîtina telefonê ji min hatiye pirsîn, ev hevdîtin jî min li gel çavkaniyên nûçeyan pêk aniye. Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Ev nûçeyên terza îşkenceyê ji bo feydeya raya giştî ye.” 
 
Ûgûr anî ziman ku di rojnamevaniyê de karta zer a çapemeniyê ne şert e û wiha got: “Dîmenên di telefona min de min nedîtiye û min di medya civakî de parve nekiriye. Ji ber ku min wezîfeya xwe ya rojnamevaniyê pêk anî, sûcdariya li min tê kirin qebûl nakim. Çimkî rojnamevanî ne sûc e.” 
 
DÛRGÛT: NEHEQÎ TÊ KIRIN  
 
Pişt re rojnamevan Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Dadgeha Cizîrê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Ragihandina geşedanên derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo telvîzyonê ne sûc e. Îro kîjan televizyon li min bigere ez ê ragihînim. Ez rojnamevan im. Her gelek jin li vî welatî tên kuştin. Ragihandina nûçeyên 8’ê Adarê çawa dibe sûc? Tişta tê kirin neheqî ye. Ez neheqiyê qebûl nakim. Nûçeyên ez çêdikim nûçeyên derbarê jin û zarokan de ne. Nûçeyên xwezayê ne. Ez dixwazim werim beraetkirin.” 
 
Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike. 
 

Sernavên din

05/04/2021
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan