WAN- Rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala ku ji girtîgehê derketin gotin: "Piştevanî bi ser ket."
Rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala ku piştî 6 mehan îro hatin berdan, ji Girtîgeha Wanê derketin. Hevpîşeyên wan, malbatên wan û parlementerê serbixwe Ahmet Şik rojnamevan pêşwazî kirin.
ABÎ: EM Ê DEV JI HEQÎQETÊ BERNEDIN
Rojnamevan Şehrîban Abî got: "Ev binpêkirin tenê ne di derheqê me de bû. Rojnmaveanên kurd hemû bi van zext û zoriyan re rû bi rû ne. Em ê her tim rastiyê bi raya gişî re parve bikin. Tu hêz û quwet nikare me ji rêya me ya heqîqetê dûr bixe."
SALA: EM SERBILIND IN
Rojnamevan Nazan Sala jî got: "Ev biryareke derengmayî ye. Em îro li beneda vê biryarê bûn. Em bi saya piştevaniya rêxistinên pîşeyî, hevalên me yên hiqûqnas û malbatên me û xebatkarên çapemeniya azad bû. Em dilxweş in, serbilind in."
ÛGÛR: EM Ê TIM RASTIYÊ BINIVÎSIN
Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî got: "Em ê her tim rastiyê binivîsin."
BÎLEN: Ê PIŞTEVANÎ TARÎTIYÊ BIÇIRÎNE
Rojnamevan Adnan Bîlen jî got: "Êdî divê rojnamevan neyên darizandin. Em bawer dikin ku dê piştevanî tarîtiyê biçirîne."