Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê

  • rojane
  • 10:48 4 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çû Îmraliyê. Hikûmetê piştî ziyaretên heyetê ji ser Îmraliyê qut kir, pêvajo xera kir. Bi girankirina tecrîda li Îmraliyê, tecrîd li Tirkiyeyê jî belav bû. Ji mirovên aqilmend Celalettin Can, yê di nava heyetên çareseriyê de cih girt diyar kir ku şert û mercên li dijî Ocalan bû nîşangeha demokratîkbûna Tirkiyeyê. 

Li Tirkiyeyê piştî heyetek ava bû û bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, pêvajoyek nû dest pê kir. Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê pêk dihat yekem car di 3'ê Çileya 2013'an de çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî nûnerê xwe qebûl kir û fikrên Ocalan esas girt. Li gorî bang û pêşniyarên Ocalan tev geriya û gotinên Ocalan ji bo xwe rêgeh qebûl kir. Heta 5'ê Nîsana 2015’an heyet çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê piştî 5'ê Nîsanê Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got 'Ez masê nas nakim' û pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Di ser qutkirina ziyaretên heyeta Îmraliyê re 6 sal derbas bûn. Piştî pêvajoya çareseriyê bi rawî bû rewş li Tirkiyeyê gelek guherî. Şer geş bû. Bajar xera bûn. Bi sedan mirov hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Aboriya Tirkiye ser û bin bû. Tercîra ku li Îmraliyê giran bû, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Piştî ziyareta heyetê ji ser Ocalan hat qutkirin, Ocalan di ziyaretên malbatê de gelek caran rayedarên Tirkiyeyê hişyarî kir û ji bo çareseriyê bang û pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji ber hikûmetê guh neda bangên Ocalan hemû hişyariyên Ocalan yek bi yek pêk hat. Her çend Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang li rayedarên dewletê û hikûmetê kir jî, hikûmet û dewletê dîsa di tecrîdê de israr kir û deriyê Îmraliyê li hemû ziyaretan girt. 
 
PIŞTÎ ERDOGAN LI DIJ DERKET PÊVAJO QUT BÛ 
 
Dema heyet diçû Îmraliyê, di Adara 2015'an de Serokomar ji bo pêvajo bidome şert danîn û li dijî Peymana Dolmabahçe derket. Piştî Erdogan got 'Ez maseyê nasnakim' herî dawî heyet di 5'ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û hevdîtinên heyetê hatin qutkirin. Pakêta ewlehiya hundirî tevî hemû rexneyan di Adara 2015'an de di meclîsê re derbas kirin. 
 
OCALAN: AKP BIBE OTORÎTER DÊ EWIL XWE XELAS BIKE
 
Di hevdîtinên Îmraliyê de Ocalan pakêta ewlehiye wiha şirove kiribû: "AKP dixwaze destura bingehin a hegemonik ava bike. zagona ewlehiyê jî di navde ev fareset dê di serî de AKP'ê bi xwe re winda bike. Ev zagon li ser provokasyonan tê avakirin. Bûyerê 6-7'ê cotmehê bi xwe provokasyon bûn. Avakirina zagonan a li ser provokasyonan dê pirsgirêkan bêtir mezin bike. Ev zagona ewlehiyê tu tiştî çareser nake. Zagonên ewlehiyê û asayişe kêrî tu karî nayê. Zagona ewlehiyê dê herî zêde zerarê bide wan. Ku AKP bixwaze bibe otoriter tê xwe xelas bike. Ku AKP ne ji dil be, vê carê gerîlla dê şerê heqîqî peş bixe. Ku feraseta faşîzmê ya peyman tune, çareserî tune, aşti tune ferz bike dê şer dest pê bike." 
 
OCALAN HIŞYAR KIR: CAREK DIN WE NÎNIN VIR
 
Dîtinên Ocalan pêk hatin. Di 27'ê adarê de pakêt li meclisê derbas kirin. Piştî pakêt derbas kirin di 4'ê Nîsana 2015’an de di Rojnameya fermî de weşandin û piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê hevdîtina heyetê bi dawî kirin. Ocalan di hevdîtina 5'ê Nîsanê de hişyarî kir û got: “Carek din dikarin we nînîn vir. Dibe ku ev hevditina dawî be." 
 
PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ TECRÎD GIRAN KIRIN
 
Piştî 5'ê Nîsanê aliye Kurdan li gel komkujiya 9'ê çileya 2013'an ku li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin jî disa pêvajoya çareseriye berdewam kiribûn. Erdogan gotibû 'Dê ji çiyê vegerin û girtîgeh vala bibin' û peyamên çareseriyê dabûn civakê. Lê li gel payamên Erdogan pêvajoyê heta ku HDP'ê di 7'ê hezîrana 2015'an de ji sedî 10 bend derbas kir û li meclîsê bû partiya 3'emîn berdewam kir. Piştî niqaşên ku Kurd bi wekîlên serbixwe têkevin hilbijartinê pêş ket, Ocalan di hevditinê de xwest HDP bi navê xwe têkeve hilbijartinê. Piştî HDP bi navê xwe ket hilbijartinê bi dengekî zêde û hêjmarek zêde ket meclisê. Tevî ku AKP'ê got “HDP dê bendê derbas neke" jî HDP'ê di hilbijartina 7''ê hezîranê de ji sedî 13 bend derbas kir û bû partiya 3'emîn. Tecrîda ku piştî hevdîtina 5'ê nîsanê dest pê kir, bi hilbijartinê bêtir giran bû. Piştî hilbijartinê AKP'ê hilbijartin qebûl nekir û di 1'ê mijdara 2015'an de dubare hilbijartin pêk hat. Piştre hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê pêş ket û hikûmeta AKP'ê li tevahiya Tirkiyeyê OHAL îlan kir. Pişi vê yekê pêvajoya çareseriyê ku Ocalan da destpêkirin bi dawî bû û li şûna wê şer û tundi pêş ket. Tecrida li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû. 
 
PÊVAJO BI FERMÎ QEDANDIN
 
Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Mîllî (MGK) ya di 24'e Tîrmeha 2015'an, îqtîdarê bi temamî pêvajo xelas kir û li ser şer û înkarê biryar stendin. Piştî biryara şer Kurdan li gelek bajaran xweserî îlan kirin. Piştî îlana xweseriyê hikûmetê li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Şirnex û gelek bajarên din şer îlan kir. Di şer de bajar tev xera bûn. Bi sedan kesan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Tang, top ketin nava bajar. Endamên DAIŞ'ê di 5'ê hezîranê de li Amedê di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê û di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê komkujî pêk anîn. Di êrîşan de 140 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. 
 
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ 
 
Ocalan di hevdîtinên heyetê de hikumet hişyar kiribû. Gotibû "Ku gavên demokratikbûnê neyên avêtin dê darbe pêk bê. AKP bi rêgezên demokratîk de xwe ji darbeyê bipareze û demokrasî pêş bikeve." Piştî hevdîtin bi dawî bûn, di 15'ê Tîrmeha 2016'an de darbe pêk hat. Balafirên şer meclîs bombe kir. Piştî darbeyê AKP'ê di 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir û şer dest pê kir. Piştî OHAL'ê bi deh hezaran karmend bi KHK'ê hatin dûrxistin û bi sedan sazî hatin girtin. Bi sedan rêxistinên civakî hatin girtin. Bi hezaran kes hatin girtin. Di 4'ê mijdara 2016’an de hevserok û wekîlen HDP'ê hatin girtin.
 
REJÎM HAT GUHERTIN
 
Piştî di 5'ê Nîsana 2015’an de hevditin bi dawi bûn û tecrîd giran bû. Bi tecrîdê re rejîma Tirkiyeyê hat guhertin. Di referanduma 16'ê Nîsana 2017’an de rejîm hat guhertin û derbasî pergala Serokomariya partîyi bûn. MHP'ê bi gotina “Ji tere Serokatî bide xweseriyê " dawi li pêvajo çareseriyê anîn û piştgirî da pergala Serokomariya partiyî. Di 14'ê Hezîrana 2017’an de bi piştgiriya CHP’ê destnedayinên wekilan rakirin û li dijî parlamenteran operasyonê dest pê kir. Heta wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu jî hat girtin. 
 
GREVA MEZIN DEST PÊ KIR
 
Di pêvajoya tecrîdê de TSK'ê di 20'ê Çileya 2018'an de bi hevkariya OSO li dijî Efrînê şer dest pê kir. 72 balafirên şer di şevekê de Efrîn bombe kirin û piştî 58 rojan di şerê tang û topan de gelê Efrînê bajar vala kirin. Hevseroka KCD'ê Lelya Guven ji ber li dijî şer derket hat girtin. Piştî tecrid giran bû û agahî ji Ocalan qut bû, di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de di 8'ê mijdara 2018’an de li girtîgehan li diji tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir. Greva birçîbûnê li hemû girtîgehan û li welatan belav bû. Çalakiya grevê 200 rojan berdewam kir. Piştî çalakiya grevê parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kirin. Di roja 180’emin a çalakiyê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
Parêzer herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011’an de çûbûn Îmraliyê. Piştî çalakiya grevê 8 sal şûnde yekem car di 2'ê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê. Parêzer piştre di 22'ê Gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê. Ocalan di hevdîtinan de gotibû “Ez dikarim di hefteyekî de şer bi dawî bikim. Ez dikarim çareser bikim û ez ji xwe bawer im. Le bes divê dewlet û aqilê dewletê divê tiştên pewist bike. Piştî vê gotina Ocalan ji 7'ê tebaxê û şûnde destûr nedan ku parêzer biçin îmraliyê. 
 
LI ALIYEKÎ TECRÎD LI ALIYÊ DIN ŞERÊ GARÊ 
 
Hikûmeta AKP'ê ku pêvajo bi dawî kir û tecrîd giran kir, ji bo rojevê biguherîne û puanan bi dest bixe, li ser navê "Xelaskirina eskerên di destê PKK'ê" de bi hevkariya PDK'ê li Garê şer da destpêkirin. Lê li şûna eskeran rizgar bike, 13 eskerên xwe yên dîl girtî kuştin û cnazeye wan anîn Tirrkiyeye. 13 esker û polîsên ku 6 salin di destê PKK’ê de bûn û heta niha tiştek nehatibû serê wan, piştî di operasyonê de hatin kuştin, bertek û nerazibûnên li dijî AKP'ê zêdetir bûn. 
 
JI BO HDP'Ê BIGIRIN DOZ VEKIRIN
 
Piştî polîtîkayên AKP'ê yên şer bi ser neketin û di Şerê Garê de têk çû, vê carê bi destê darazê girtina HDP'ê xist rojevê. AKP'ê li ser daxwaza MHP'ê xwest HDP bê girtin. Li ser vê yekê dozger îdeaname amade kir û xwest HDP bê girtin. Wekiltiya parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu xistin û şandin girtîgehê. 
 
BI MILYONAN AZADIYA OCALAN XWEST 
 
Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîd bi dawî bibe di 27'ê Mijdara 2020’an de li hemû girtigehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî terîdê di roja 129’an de berdewam dike. Li gel hemû qedexe û astengiyan gele Kurd di 21'ê Adarê de bi milyonan tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn û bi yek dengî ji bo Azadiya Ocalan dirûşme berz kirin. Dîsa li dijî girtina HDP'ê û peymana Stenbolê bertekên xwe anîn ziman. Li ser bertekên gel Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi Abdullah Ocalan re axivî. Lê axaftina telefonê di deqeya 4'an de qut kirin. Ocalan di axaftina telefonê de got “Dewlet şaşiyan dike. hûn jî. Ev li dijî hiqûqê ye. Ez parêzerên xwe dixwazim. Divê parêzer bên dîtina min." 
 
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI BO TIRKIYEYÊ ŞANSEK MEZIN E 
 
Ji kesên Heyeta Mirovên Aqîl û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, anî ziman ku pirsgireka Tirkiyeye ya herî mezin şer e û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ji bo Tirkiyeyê şansek mezin bû. Şerê heyî Tirkiyeyê dixe nava tariyê û pêşeroja wê tune dike. Hemû butçeya Tirkiyeyê li şer xerç dikin. Şer, rêbazen eskerî û şer çavkaniyên Tirkiyeye zuha dikin. Deynê Tirkiye yê derve zêde dike. Ji ber eskeran dişînin Sûriye, Iraq, Libya û Karabagê lêçûna Tirkiye ya derve pir zêde ye. Dîsa li hundir meseleya Kurdan dikin hincet û pereyen zêde li eskeriyê xerç dikin. Ev zerare didin siyaset û civakê. Aboriya Tirkiyeyê îflas kiriye."  
 
'QEYRAN LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV DIBE' 
 
Can, bal kişand ser polîtîkayên şer û wiha bi dawî kir: "Her ku şer bidome, xizanî, betalî û kaos zêde dibe. Li Tirkiyeye qeyranên siyasî, aborî û civaki her ku diçe kûr dibe. Ev ne tenê li herêmê, li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Qeyrana mîlli her ku diçe kûr dibe. Ev qeyranen ku mezin dibin hemu encama şer e. Her ku şer bidome û pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser nebe, dê qeyran bêtir kûr bibe. Divê mirov li çareseriyên alternatif bigere. Alternatifa me demokrasî, aşti, azadî û reveberiyên azad e. Demokratîk û komara demokratîk e. Sedema qeyranê tecrîd e. Tecrîda li ser Ocalan bû barometreya demokrasiyê. Dema em li meselaya Kurd dinerin, em dibînin ku meseleya kurd bi nêzîkatiya li hemberi Birez Ocalan ve girêdayî ye. Bi demokratikbûn û azadiya mafan ve giredayi ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe û rê li pêş demokrasiyê bê vekirin. Em pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe, wê demê her tişt bêtir aram bû. Divê em vê yekê ji bo xwe dîsa bikin ronahî û dîsa pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin. 
 
Ocalan di hevdîtina xwe de gotibû 'Demokrasî û azadiyê niqaş bikin.' Heri dawî dema Ocalan bi telefonê axivî, axaftina wî di nêvî de qut kirin. Telefona kesekî wekî wî ku nûnertiya wî xurt di nêvî de qut kirin. Tecrîda di vê rewşê de, ji meseleya navbera dewlet û Ocalan zêdetir dibe meseleyek civakî. "
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

06/04/2021
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin