AMED - Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, welatiyan li gelek deverên Amedê 72 dar çandin.
Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gelek gund û navçeyên Amedê dar hatin çandin. Gelek welatî beşdarî bernameyên çandina daran bûn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Welatî û jinên beşdarî bernameya çandina daran bûn, daxwaza azadiya Ocalan kirin û tecrîda li ser wî şermezar kirin. Welatiyan li her cih û warêke 72 dar çandin.