MÊRDÎN - Qeymeqamtiya Nisêbînê, daxuyaniya xwe ya ku mamosteya nijadperest Buşra Tarim di parast rakir.
Qeymeqamtiya Nisêbînê duh bi şev derbarê parvekirina nijadperest a Buşra Tarim a li lîseya gundê Girêmîra ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê mamostetiya matematîkê dikir de daxuyanî dabû. Daxuyaniya ku li ser hesaba Twitterê ya Qeymeqemtiyê hat parvekirin û parvekirina mamosteya nijadperest, diparast jê bir.
Derbarê jêbirina daxuyaniyê de tu daxuyanî nehatin dayîn lê di hesaba qeymeqamtiyê de twîta duyemîn a weke berdewama daxuyaniyê hat parvekirin ku ji hevokên “++ pêvajoya têkildarî lêkolîna edlî hatiye destpêkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re parve dikin” pêk dihat man.