ŞIRNEX – Di Termînala Otobusê ya Navbajaran a Şirnexê ku şaredariya dibin rêveberiya AKP’ê de çêkiribû de hilweşîn çêbû û 5 karker birîndar bûn.
Şaredariya Şirnexê ya dibin rêveberiya AKP’ê de, ji sala 2020’an ve di ketina Şirnexê de, dest bi çêkirina Termînala Otobusê ya Navbajaran kir. Di dema xebatên termînalê de hilweşîn çêbû. 5 karkerên di termînalê de dixebitin birîndar bûn. Hat diyarkirin ku beşeke mezin a avahiya du qetî hilweşiya
Hat destnîşan kirin ku ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.