Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim

  • rojane
  • 15:17 9 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza “heqaretê” ku jê tê darizandin de parastina xwe kir û destnîşan kir ku dozger mutalayê li gorî A Haberê amade kiriye û xwest ev mutala paş de were kişandin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya ku “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocamana û “gef li kesên di têkoşîna terorê de wezîfedar bûne” xwariye doz lê hatibû vekirin, derket pêşberî dadger. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Demîrtaş bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê kirin. Hin parêzer li eywana danişînê amade bû û hin parêzer û malbata Demîrtaş jî ji bi rêya SEGBÎS’ê ji Amedê doz şopandin. 
 
Hin parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’ê jî beşdarî danişînê bûn û doz şopandin. 
 
Piştî tespîta nasnameyê ewilî parêzerên Demîrtaş mafê axaftinê wergirtin. Parêzeran got tevî ku ew dixwazin miwekîlê wan bînin eywana danişînê jî lê naynin û vê yekê rexne kirin. 
 
Parêzer Hadî Cîn destnîşan kir ku îfadeyên dozgerê doz vekiriye jî li danişînê amade be û ew dixwazin ji Yuksel Kocaman bipirsin ka ku wî xwe çawa daxilî doza xwe kiriye û ev yek ne ehlaqî û ne jî hiqûqê tê qebûlkirin. Cîn xwest biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo Demîrtaş serbest were berdan dabû li vê dosyeyê were zêdekirin. 
 
‘KESÊ TEVLI DOSYEYÊ BÛYE Û DOZGER EYNÎ NE’ 
 
Parêzer Levent Kanat jî anî ziman ku dozger û yê aliyê din ku tevli dozê dibe heman kes e û ev yek jî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin. 
 
‘BILA HESABÊ KES WERE LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Parêzer Mahsûnî Karaman jî bi SEGBÎS’ê ji Amedê tevli dozê bû û destnîşan kir ku miwekîlê wan mîna ku DMME’yê gotiye ji ber sedemên siyasî girtî ne û nerast e ku miwekîlê wan Demîrtaş ji ber gotinên ku gotiye were darizandin û ev yek nabe mijara darizandinê. Karaman da zanîn ku kesek di bin parvekirina Demîrtaş de şîrove kiriye jî li dosyeyê hatine zêdekirin û xwest ev kes were lêkolînkirin. 
 
‘DOZGER LI GORÎ A HABERÊ BIRYARÊ DIDE’ 
 
Piştî parastina parêzeran Demîrtaş parastina xwe kir û got daxwaza parêzeran daxwaza wî ye jî û xwest dozgerî mutala ango biryara xwe paş de bikişîne. Demîrtaş got heke endamên dadgehê xwedî qidem bin parêzerên wî jî xwedî qidem in û ji ber gelek lêpirsîn û darizandinên derbarê wî de ew jî bûye bersûcek bi qidem. Demîrtaş anî ziman ku îdianameya derbarê wî de hatiye amadekirin kumpas e û parvekirinên ne aydê wî li dosyeyê hatine zêdekirin û dadgehê bêyî ku gotinên wî li ber çavan bigire îdianameyê qebûl kiriye û çavê xwe li hember kûmpasê girtiye. Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan wek lîderê partiyek siyasî û Serokkomar kengê bixwaze dikare derbarê mijarên darazî de beyanên xwe eşkere bike, lê nikare van sînorê rexneyan derbas bike û muaxileyî darazê bike. Demîrtaş diyar kir ku Erdogan û şirîkê xwe kengê derarê dadgehê, dozgerek û dadgerek de beyanên xwe eşkere kiribin li hember xwe teqez encamek dîtine. Demîrtaş destnîşan kir ku di celseya beriya viya de dozger di biryara xwe de ji gotinên Erdogan sûd wergirtiye û ev jî pir eşkere li holê ye û divê ku mafê wî bihata parastin lê tê binpêkirin. Demîrtaş destnîşan kir ku dozger ne li gorî dosyeyê mutala ango biryarê amade dike, li qenala A Haberê temaşe dike û îdianameyê ango biryarê amade dike û dide. 
 
‘NEBIN PARÇEYEK BERJWENDIYÊN SIYASETA QIRÊJ’ 
 
Demîrtaş got “Dadgeh çima karîneya masûmiyeta min naparêz e? Divê şandeya we mutalaya dozger lê vegerîne. Lê hûn nikarin viya bikin. Çimkî Erdogan got ‘mafek wî jî hebe, em nikarin Demîrtaş biparêz in’. Hûn jî tişta pêwîst dikin û bi cih tînin. Me hêj rûyê serdozgerê bûye gazinker ku di dosyeyê de digire nedîtiye. Ev kûmpasên tên kirin teqez wê rojek li pêşberî daraza serbixwe hesab bide. Di Qanûna Bingehîn de dewleta hiqûqê tê nivîsandin. Dadger nikarin ewqasî mudaxileyî hilbijartinên siyasî bikin. Rojek zû an jî dereng helbet wê sindoq werin danîn. Pêşniyaza min li şandeya we ew e ku hûn nebin parçeyek vê kûmpasê. Tenê bi cezakirina min nemînin. Çimkî dengên Erdogan nadin zêdekirin. Hûnê gund bi gund bigerin û dengan bicivînin. Teqez wê rojekê dadgehên serbixwe van dosyeyan bixe ber lêprisînê. Em û ev partî teqez wê di parlamentoyê de cih bigire. Wê ev kûmpas di komîsyonê de yek bi yek were lêkolînkirin. Her dadger, dozger wê dawetî vê komîsyonê werin kirin. Ev tişt muaxileyî siyaset û pergala Qanûna Bingehîn e. Ez van tiştan dibînim. Gelo nizanim hûn dibînin? Îro hûn dikarin di asta herî jor de ceza bidin min. Lê belê ramanên min siyasî û lêgerîna min edaletê wê neguhere û hûnê nikaribin bi min paş de gav bidin avêtin. Wisa nekin. Xwe ji bo berjwendiyên vê siyaseta qirêj a pespaye xerc nekin. Dema rojekê dem û dewran guherî hûnê jî hesab bidin. Hûnê rojekî li pêşberî hiqûqê hesab bidin.” 
 
DAXWAZ GIŞT HATIN REDKIRIN 
 
Şandeya dadgehê piştî parastina Demîrtaş biryara xwe da û daxwazan red kir. Dadgehê xwest Demîrtaş û parêzerên wî derbarê esasê de parastina xwe bikin. 
 
DAXWAZA ‘REDA DADGERÎ’ KIR 
 
Demîrtaş derbarê esasê de parastinê kir û xwest sê endamê dadgehê vekişin û heke venekişin ji bo darizandinek siyasî tê kirin ew daxwaza “reda dadgerî” dike. 
 
Parêzeran jî derbarê esasê de axivîn û daxwaza reda dadgerî kirin. 
 
Pişt re şandeya dadgehê biryara xwe navberê da û derbarê reda dadgerî de xwest dozger nêrîna xwe eşkere bike. Dozger xwest daxwaza parêzeran were redkirin. 
 
DAXWAZA REDA DADGERÎ DÊ VEGUHEZÎNIN DADGEHEK BILINDTIR 
 
Şandeya dadgehê ji bo daxwaza Demîrtaş û parêzeran a reda dadgerî biryara redkirinê da. Şandeyê daxwaza “reda dadgerî” wek armanca dixwazin ku doz dirêj bibe û biryara ev biryar paş de were vegerandin da. Demîrtaş û parêzerên xwe daxwaza xwe ya reda dadgerî di nava 7 rojan de dikarin veguhezînin dadgehek bilindtir. 
 
Ji ber daxwaza reda dadgerî biryar nehat dayîn û danişîn taloqî 7’ê gulanê hat kirin. 
 

Sernavên din

13/04/2021
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir