WAN - Hat destnîşan kirin ku li gundên navçeya Payîzavayê, dest bi operasyona eskerî hatiye kirin.
Hat xuyakirina ku li gundên Nordîz, Aşkan û Koxan ên girêdayî navçeya Payîzavayê ya Wanê, dest bi operasyona eskerî hatiye kirin. Hat hînbûn ku hejmareke zêde ya eskeran duh bi 30 wesayîtên eskerî û helîkopteran, li herêmê hatine danîn.
Hat ragihandin ku rêyên herêmê ji, aliyê yekîneyên taybet û cerdevanan ve hatine girtin.