'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye

  • rojane
  • 09:00 14 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Nûnerê Komeleya Nivîskarê Mezopotamyayê ya Şirnexê nivîskar Bahadîn Rubar derbarê kampanya "Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê û fermî" de axivî û got: "Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê herkes di nav hewlêdanê de be." 

Di 21'ê Sibatê de Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, Komîsyona 21'ê Sibatê ava kiribûn. Pişt re di bin banê Komîsyonê de ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Kampanyaya ku du meh e bênavber didome heta niha bi hezaran îmze hatin komkirin. Endam û Nûnerê Komeleya Nivîskarê Mezopotamyayê ya Şirnexê nivîskar Bahadîn Rubar têkîldarî kampanyayê axivî.  
 
'BI MALBAT Û DERDORA XWE BIDIN ÎMZEKIRIN' 
 
Bahadîn Rubar bal kişand ser girîngiya ziman û da zanîn ku ji bo ku kampanya bigihîje armanca xwe pêdivî bi zêdetirîn xwedî derketinê heye û wiha axivî: "Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo fermîkirin û serbetskirina zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê de, kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de gelek sazî û dezgehên kurdî yên weke saziyên nivîskar û wêjekarên kurd piştgirî dan vê kampanyayê. Me kampanya li ser tora civakî da destpêkirin. Bi rastî jî derfetên ku em bikaribîn malan û kolanan bigerin û li sukan û meydanan standa bidin vekirin jî tune ne. Heq û hiqûq hebe em dikarin bikin. Lê belê destûr nadin. Em tenê li ser medyaya civakî vê kampanyayê didin meşandin. Ji 21'ê Sibatê heta roja îro 25 hezar li ser tora civakî îmze hatin komkirin. Li gelek deveran jî rûbirû îmze hatin komkirin. Mixabin ji bo 50'î mîlyon kurd 25 hezar îmze gelek kêm e. Lewra em weke sazî û dezgeh û kesên zimanhez bangawaziya xwe li hemû gelê xwe dikin, bila piştgiriyê bidin vê kampanyayê û xwedî lê derbikevin. Bila her kes bi malbata xwe û derdora xwe bidin îmzekirin."
 
'ZIMANÊ KURDÎ ZIMANEK QEDÎM E' 
 
Rubar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo fermîbûna zimanê kurdî divê her kes di nav hewledanê de be û wiha got: "Ji ber ku zimanê Kurdî pêşeroja me ye û pêşeroja zarokên me ye û çand û dîroka me ye. Divê em her kurdek bi vê hesasiyetê û hişmendiyê nêzî zimanê xwe bibîn û tenê bi axaftina rojane sînordar nemînin. Divê zimanê me teqez û teqez ji hêla dewletên serdest û Netewên Yekbûyî ve weke zimaneke fermî bê qebûlkirin ku ne zimaneke çend peyvan û çend kes biaxivin be. Zimaneke qedîme û li cîhanê tê nasîn. Zimanê Aryen ji dema neolotîkê û heta niha li ser heman çandê heta roja me ya îro hatiye. Divê hemû kes û civak, rayeder û sazî û dezgehên kurd û bi taybetî ji UNESCO dest biavêjin vê birînê. Û divê vê birîna kurdan a ji bo ziman were dermankirin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî."
 
'EM LI BENDA BI MÎLYONAN ÎMZE NE' 
 
Rubar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku armanca wan bi mîlyonan îmze ne û got: "Bêgûman armanca me zêde ye. Lê em vê jî dibînin ku her kes di hêla medyaya civakî de ne xwedî heman derfet in. Hem jî em nikarin xwe bigihînin her kesî. Lewra tenê pirsgirîka zimanê kurdî, ne tenê pirsgirîka Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandê ye. Ev pirsgirêk a tevahiya kurdan e. Ferqa partî û bîrdozî, ol û baweriyan nîne. Her kesê ku dibêje ez kurd im divê piştgiri bide ku em bikaribin bi mîlyonan îmzeyan kom bikin. Demên berê bi mîlyonan kesan piştgiriya kampanyayê bi vî rengî kirine. Lê di şert û mercên îro de ji yê wê çaxê dijwartir in. Lewra divê êdî siyaseta me jî û civaka me jî xwe weke ferdeke Platforma Zimanê Kurdî û aktivîstê zimanê kurdî bibîne û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê bi tevgertir bin. Em bendawarin ku bi mîlyonan îmze werin komkirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

14/04/2021
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'