Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike

  • rojane
  • 09:01 14 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - Parêzerê malbata Şenyaşar endamê OHD'ê Bulent Dûran, derbarê dozê de agahiyên girîng parve kirin. Dûran, anî ziman ku di dîmenan de kifş bûye ku ya bûyer daye destpêkirin malbata Yildiz e, Fadil Şenyaşar mafê xwe yê xweparastinê bi kar aniye û ferdên malbata Yildiz jî bi qesda kuştinê çek şixulandine. Dûran, bi lêv kir ku di dosyeyê de 5 guleyên ku ferdên malbata Yildiz bera gûzeka Adil Şenyaşar dane jî hatine paşguhkirin. 

Beriya hilbijartina giştî, di 14'ê Hezîrana 2018'an de, li navçeya Pirsûs a Rihayê, wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di dema serdana esnafan de serdana kargeha mala Şenyaşarê jî kiribû. Di vê serdanê de bûyerek çêbûbû û Celal û Adil Şenyaşar bi giranî birîndar bûbûn û wan rakiribûn nexweşxaneyê. Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar jî birîndar bûbûn. Ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabû.
 
Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezîrê Çandiniyê yê berê Ahmet Eşref Fakibaba jî piştî bûyerê bi demeke kurt çûbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Gava Erîn û Fakibaba li nexweşxaneyê bûn, ji malbata Yildiz û Şîmşek jî gelek kes hatibûn nexweşxaneyê û li vir careke din êrîş birîbûn ser Celal û Adil Şenyarê birîndar. Di vê êrîşê de Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn û bav Haci Esvet Şenyaşar jî gava ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin. 
 
Dadgehê di 2'yê Nîsanê de 37 sal û 9 sal ceza li Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birîbû. 
 
Parêzerê malbata Şenyaşarê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bulent Dûran derbarê dozê de agahiyên girîng parve kirin. 
 
Dûran, anî ziman ku ji destpêkê ve darizandineke hiqûqî nehatiye kirin û hin kesan xwestiye dosyeyê bi derengî bixin. Dûran, qeydên tapeyan ên Enver Yildiz bibîr xistin û got: "Enver Yildiz di qeydên tapeyan de gotiye, 'Çi hewce be yê hikûmet bike. Ê wekîl hevdîtinan bike. Ê dozger û dadger bên. Ez ê biçim, ê di çaçroveya xweparastinê de esas bigirin û ez ê xelas bibim. Piştî ev bê garantîkirin ez ê biçim teslîm bibim.' Tape van tiştan dibêjin, lê gava me li dosyeyê mêze kir me ev tişt dît; piştî bûyer çêbûye, di meha Îlonê de hin taqîbatên teknîkî hatine kirin û Enver Yildiz gotiye, 'ez li mala xwe me, naçim cihekî jî.' Halbûkî polîsan di rapora xwe de digot 'Em çûne mala wî, ne li wir bûye. Ceryan nayê bikaranîn, li derdorê kes wî nas nake.' Me di destpêka dosyeyê de dît ku hem di warê zevtkirina Îbrahîm Yildiz hem jî di warê zevtkirina Enver Yildiz de lêpirsîn bi derengî hatiye xistin." 
 
PIŞTÎ 15 MEHAN 
 
Dûran, destnîşan kir ku di dîmenên cihê kar de aşkere xuya dike ku Enver û Îbrahîm Yildiz bera Adil û Celal Şenaşar dane, lê belê ji bo zevtkirina wan tiştek nehatiye kirin û bi israr hatiye xwestin ku pêwendiya malbata Şenyaşar û rêxistinê bi hev re bê danîn. Dûran got: "Muzakare di cî de hatine nivîsandin, qeydên HTS'ê hatine lêkolînkirin, li derdorê lêkolîn hatiye kirin û hesabên medyaya sosyal hatine lêkolînkirin." Dûran, bilêv kir ku ji bo malbata Yildiz paqij bê nîşandan liv û tevgerek zêde çêbûye û got: "Di berdewamiya vê tabloyê de jî dadger û dozgerên ku Enver Yildiz behsa wan dike tên. Piştî vê, ew jî di 17'ê Îlona 2019'an de teslîm dibe. Piştî teslîm dibe bi rojekê îfadeyê dide û piştî wî bi rojekê jî ferdên malbata Yildizê diçin îfadeyê didin. Ji malbata Yildizê kesên bersûc heya Enver Yildiz teslîm nebûbû îfade nedabûn, lê piştî teslîm dibe diçin îfadeyê didin." 
 
‘Ê PROVEKE DIKE AHMET DEMÎR E' 
 
Dûran, anî ziman ku di dîmenên cihê bûyerê de jî xuya dike ku Celal Şenyaşar bi wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz re diaxife û tu heqaretê nake, lê belê wê kêliyê Ahmet Demîrê di nava heyetê de radibe heqaretê li Celal Şenyaşar dike. Dûran got: "Ahmet Demîr, berê xwe dide Clelal û jê re dibêje 'bênamûs û bênamûs. Ji mîmîkên wî jî xuya dike ku tiştekî dike." Dûran, diyar kir ku piştî vê provakasyona Demîr, her du hêla dest davên qirika hev û got: "Xuya dike ku piştî vê arbedeyê lînç dest pê dike. Lê dozger di mutalaya xwe de îdia kiriye ku malbata Şenyaşar heqaret kiriye û êrîş daye destpêkirin. Dozger wisa got û dadgehê jî li gor wê biryar da. Dîmen û delîlên di dosyeyê de bal dikişîne ser vê; ê ku heqaret kiriye, ê ku êrîş dike û yê tehrîk dike malbata Yildiz e." 
 
ÊRÎŞA DUYEM 
 
Dûran, da zanîn ku êrîşa ewil bi mudaxileya polîsan belav dibe, lê belê ferdên malbata Yildizê li derve cardin li hev kom dibin û amadekariyê êrîşeke din dikin û got: "Beriya vê êrîşa duyem, em di dîmenan de dibînin ku maqtûl Mehmet Şah Yildiz çeka xwe ji ber xwe derdixe û dikeve hundirê dikanê. Ji xwe ji îfadeya Yildiz û Şîmşekan jî diyar dibe ku pêşî çek tê teqandin û dengê vê tê bihîstin. Gava cara dudoyan davêjin ser dikanê, wê çaxê Celal û Adil Şenyaşar li dikanê ne. Gava Adil û Celal Şenyaşar bi êrîşa malbata Yildiz, parêzvan û xizmên wan re rû bi rû dimînin, Fadil Şenyaşar jî ji dikana din tê dikeve hundirê dikanê. 
 
‘DI QEYDÊN KAMERAYAN DE TÊ DÎTIN' 
 
Di dîmena cihê kar de Fadil Şenyşar saet di 17.57.52'yan de dikeve hundir. Gava dikeve hundir, tê dîtin ku Mehmet Şah Yildiz berê çekê daye Ferît Şenyaşar. Tam ê bera Ferît Şenyaşar bide, Kenan Yildiz li Ferît Şenyaşar dixe û wê kêliyê pozîsyon diguhere û em dibînin ku çekê nateqîne. Fadil Şenyaşar, tam wê kêliyê dikeve hundir. Li hêla pêşî êrîş birine ser Celal û Ferît Şenyaşar. Derbasî paş dibe. Li paş jî Abdûrrahman Yildiz, Mûstafa Yildiz û Enver Yildiz êrîşî Adil Şenyaşar dikin. Ji bo ew êrîş berteref bibe du derban diteqîne. Gava du derban diteqîne, tenê saîqek heye, ew jî berterefkirina êrîşa li wir e. Lê belê dadgehê vê yekê wekî qesda kuştina Abdûrrahman Yildiz dihesibîne. Jixwe Abdûrrahman Yildiz birîndar jî nabe. Abdûrrahman Yildiz li ser dezgehê ye û cihê lê ye ne cihê di nîşanê de ye. Birîndar nebûye û tu derba mirinê lê neketiye. Yanî divê biryarek wisa nehata dayîn. Her wiha tê dîtin Mûstafa Yildiz bi daran li Adil Şenyaşar dixe, lê ji ber ku Fadil Şenyaşar ji bo berterefkirina êrîşê derbekê ber dide, dadgeh wê wekî qesda kuştina Mûstafa Yildiz hesibandiye." 
 
‘FADIL BERA XWE DAYE!' 
 
Dûran, destnîşan kir ku gava Fadil Şenyaşar ji paş dikanê tê pêş dikanê, dibîne ku êrîşa li ser Ferît Şenyaşar zêde bûye û got: "Di rapora bijîşk de tê gotin ku Ferît Şenyaşar travma derbas kiriye, bi giranî birîndar bûye û bi mirinê re rû bi rû maye. A rast ev bi xwe tê wateya qesda kuştinê. Yanî diviyabû çalakia Fadil Şenyaşar di çarçoveya xweparastinê de esas bihata girtin, lê belê dadgehê wekî qesda kuştina Kenan Yildiz û Suleyman Yildiz biryar da. Ferît Şenyaşar bi giranî birîndar bû, lê dadgehê ji bo vê derbarê malbata Yildizê de tenê biryara birîndarkirinê da. Yanî biryareke ne di cî de da. Fadil Şenyaşar, tu tiştek bi Mehmet Şah Yildiz nekiriye, lê dozger di îdianameyê û mutalaayê de dibêje 'Bera Suleyman Yildiz û Kenan Yildiz daye. Piştî bera Kenan Yildiz û Suleyman Yildiz daye, vê carê Fadil Şenyaşar berê xwe daye Nîhat Yildiz û bera Nîhat Yildiz û Mehmet Şah ildiz daye.' Me jî ew dîmen temaşe kirin û dozger jî temaşe kirin. Dadgehê jî temaşe kirin. Fadil Şenyaşar, sirf ji bo êrîşa li ser Ferît Şenyaşa rberteref bike, ber dide û paşê gelek kes êrîşê dibin ser." 
 
TIŞTA NEHATIYE DÎTIN 
 
Dûran got: "Dozger di mutalaayê de 19 derb hatine berdan û ji van derban 7 jê aydê polîsan, 6 jê aydê Îbrahîm Yildiz, 3 jê aydê Enver Yildiz û 3 yên mayî jî aydê Fadil Şenyaşar in. Paşê raporek din hazit kir û di vê raporê de îdia kir ku Fadil Şenyaşar 9 derb berdane. Bi vî awayî dixwazin hemû kesên birîndar têxin stuyê Fadil Şenyaşar. Lê belê di dosyeyê de tiştekî nehatiye dîtin heye. Li paşê 5 derb li gûzeka nigê Adil Şenyaşar dikevin. Ev ji xeynî derbên Enver Yildiz in. Di dîmenan de ev tişt tune ne, bê ev 5 derb ji kur hatine. Kî bera gûzeka Adil Şenyaşar da?" 
 
MA / Lezgîn Tekay

Sernavên din

14/04/2021
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'