Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...

  • rojane
  • 09:01 14 Nîsan 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Qeyûmê nû yê Şaredaiya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, nasên xwe ji Edene, Mereş û Stenbolê anîne û li şaredariyê bi cih kirine. Li gel vana ji midûriyeta polîsan a bajêr û miftîtiyê jî hin kes anîne û şaredariyê bi van kesan bi rê ve dibe. 

Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î kiribû. Wezaretê cara dudoyan Waliyê Mêrdînê ê berê Mûstafa Yaman tayinî şaredariyê kiribû, lê piştî ku Yaman ji walîtiyê hatibû girtin, di 11'ê Hezîrana 2020'an de Mahmût Demîrtaş bûbû waliyê bajêr û qeyûmê şaredariyê. Demîrtaş, çawa hatibû ser şaredariyê, ewilî di warê burokrasiyê de hin guherîn kiribûn. Niha jî ji derve gelek nasên xwe anîne şaredariyê. Qeyûm Walî Demîrtaş, bi nasên xwe û hin kesên midûriyeta polîsan û miftîtiyê şaredariyê bi rê ve dibe. 
 
KOMA XWE YA EDENEYÊ ANΠ
 
Demîrtaş, bi xwe re Cîgirê Walî Mûrat Suzen aniye û kiriye Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin. 
 
SEROKÊ DAÎREYÊ JI MEREŞÊ ANIYE 
 
Demîrtaş Cebraîl Aslan jî daniye er Daîreya Karên Fenê û Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê. Demîrtaş, Aslan ji Mereşê aniye. Aslan, bi eslê xwe ji Kayseriyê ye û demekê di Şaredariya Altindag a Enqereyê ya AKP'î de xebitiye. 
 
Her wiha Demîrtal ji Edeneyê Adil Alan jî aniye û daniye ser Daîreya Karên Tenduristiyê. Alan, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Edeneyê bû. 
 
QEYMEQAM KIRIYE SEROKÊ DAÎREYÊ 
 
Demîrtaş Emre Ozturk jî kiriye Serokê Daîreya Xizmetên Civakî. Ozturk, qeymeqamê navçeya Rişmilê ye. 
 
ZILAMEK ANÎBÛ DAÎREYA JINAN 
 
Qeyûm Demîrtaş, Abdûrrahman Şahîn jî anîbû danîbû ser Serokatiya Daîreya Jinan û Xizmetên Malbatê. Lê piştî ku bertek hatin nîşandan, ji miftîtiya bajêr Hacîre Oncuyê anî ser daîreyê. 
 
Qeyûm Demîrtaş, Ertan Taşdemîr jî daniye ser Daîreya Gihaniyê. Taşdemîr, li polîsê Midûriyeta Polîsan a Bajêr e. 
 
Serokê Daîreya Îstirakan jî Şahîn Arpag e. Arpag bi nelirêtiyên kiriye tê naskirinç Berê li Zanîngeha Art»klûyê Sekreterê Giştî bû. Lê ji ber nelirêtiyên ji peywirê hatibû girtin. Her wiha derketibû holê kir Arpag serlêdanên pên kesên puanên wan têrî kar dikir betal kiribû û ji dêvla wan hevajîna xwe kiribû xebatkara bikadro. 
 
Uzeyîr Çakir jî Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê ye. Qeyûmê berê Yaman Uzeyîr ji Stenbolê anîbû. Uzeyîr 15 salan di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de midûritiya Karên Civakî û Îdarî kiriye, lê piştî şaredarî ketibû destê CHP'ê dev ji kar berdabû û qeyûm wî anîbû Mêrdînê. 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî jî Ahmet Seydaogûllari ye. Seydaogûllari, di dema qeyûm Mûstafa Yaman de jî Cîgirê Sekreterê Giştî bû. Gava di Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê de midûrê şaxê bû, di 24'ê Hezîrana 2018'an de bûbû namzetê AKP'ê. Seydaogûllari kurê Seyda Şêx Selahaddîn e ku avakarê Weqfa Selahattîn Eyyûbî ye. 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Îdarî jî Abdûllah Yenîgun e. Çendî ku HDP'ê di 31'ê Adara 2019'an de şaredarî bi dest xistibû jî qeyûm Mûstafa Yaman, di 5'ê Nîsanê de zûzûka Yenîgun anîbû li şaredariyê bi cî kiribû. 
 
MA/ Ahmet Kanbal 

Sernavên din

14/04/2021
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'