Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Parêzerê OHD'î Onûr Duşunmez anî ziman ku li Colemêrgê sedema binpêkirinên mafan ên tê gotin "li gorî mewzûatê" ne, polîtîkaya bêcezakirinê ye. Duşunmez, destnîşan kir ku dê darazeke serbixwe karibe pêşî li ber van binpêkirinên mafan bigire. 

Yek ji bajarên ku herî zêde mafê jiyanê lê tê binpêkirin jî Colemêrg e. Qedexeyên Rewşa Awarte ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an de hatbû ragihandin, hîn jî didomin û 15 rojan carekê tên taloqkirin. Di 4 salên dawî de li bajêr Şeralî Derelî, Cedat Ekîncî, kerîmhan Zerender û Adem Kûyûmcû bi destê esker û polîsan hatibûn kuştin û gelek kes jî hatibûn birîndarkirin. Dewletê ji bo van mirin û birîndarkirinan gotibû "li gor mewzûtê" hatine kirin. Her wiha li bajêr ji ber teqîna hin cismên û eciqandina wesayîtên zirxî jî heya niha gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Herî dawî di 1'ê Nîsaê de wesayîta zirxî li Nîhat Şerzan Akdoganê 12 salî qelibîbû û ew birîndar kiribû. Esker û polîsên ku dibin sedema van pêkanînan jî hema bibêje nayên darizandin. 
 
Endamê Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên li bajêr nirxandin. 
 
LÊGERÎNA TAZΠ
 
Parêer Duşunmez, destnîşan kir ku di bûyerên ku bi destê polîs û eskeran çêdibin de, polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê û bal kişand ser girtina Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seyhan Başak ku lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. Duşunmez got: "5 rojan li midûriyeta polîsan ma, lê li girtîgehê lêgerîna tazî lê hat ferzkrin. Ev nayê qebûlkirin. Mixabin di tiştên wisa de esker û polîs nayên cezakirin." 
 
'ÎFADE JÎ NAYÊ GIRTIN' 
 
Duşunmez, bibîr xist ku li Geverê piştî qedexeya derketina kolanan bi "hinceta şer" gelek maf hatine binpêkirin û got: "Ji ber şerê bi rêxistinê re, bi destê dewletê sivîl hatin kuştin û malên wan hatine xirabkirin. Heya niha derbarê vê binpêkirinê de tiştek nehatiye kirin. Ji lew re em baş dizanin li Tirkiyeyê ji bo tiştên wisa tu tiştek nayê kirin. Herî dawî wesayîta zirxî li kurê Hevserokê HDP'a Geverê qelibî. Lê belê wekî qezayeke trafîkê ya jirêzê be hat nirxandin û tenê îfadeya ajovan hat girtin. Mixabin derbarê polîsê ajovan de tiştek nehat kirin." 
 
BÊCEZATΠ
 
Duşunmez ku got "Me di 2016-2017'an de li Colemêrgê dît bê bi panzêrê çawa serê mirovan hatin eciqandin. Lê tiştek jî nehat kirin" anî ziman ku daraz van binpêkirinên mafan rewa dike. Duşunmez got: "Mixabin gava kesên sûc dikin polîs û esker bin, derheqê wan de tiştek nayê kirin. Ev ek mafê me yê jiyanê binpê dike. Bi polîtîkaya bêcezatiyê binpêkirinên mafan didomin. Mesela, gava panzêr pêl kesekî/ê dike, kirar wekî ku heqê wî bî tevdigere." 
 
DARAZA SERBIXWE
 
Duşunmez, destnîşan kir ku kesên ku qesda canê gelek kesan kirine li derve ne û bi rihetî digerin, lê kesên ji ber fikrên xwe hatine girtin jî bi hezaran e. Duşunmez got: "Pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan bi darazeke serbixwe pêkan e. Divê refleksa darazê ji ya dewletê wêdetir be. Daraz, ne baxçeyê hikûmetê ye." 

Sernavên din

20/04/2021
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin