'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Kazim Dogan Erogûllari, anî ziman ku xebatên aşîkirinê sist in û dibe ku heya dawiya 2022'yan dewam bikin û got: "Aşî, mafek e. Lewma divê bêheq û zûzûka bigihê her kesî." 

Li Tirkiyeyê her diçe hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê û kesên ji ber wê dimirin zêde dibin. Pispor ji bo pêşîlêgirtinê bal dikişînin ser mesafeyê, bikaranîna maskeyê, paqijiyê û aşîkirin. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Kazim Dogan Erogûllari, xebatên aşîkirinê û asta heyî ya di warê şewba Covîd-19'ê de nirxand. 
 
XEBATÊN AŞIYÊ SIST IN
 
Erogûllarî, anî ziman ku li Tirkiyeyê xebatên aşîkirinê pir sist in û heya niha herî zêde ji sedî 10'ê civakê doza dudoyan a derziyan li xwe xistiye. Erogûllari got: "Aşî di 15'ê Çileyê de dest pê kir. Nêzî 3 meh derbas bûne. Lê hê jî li Tirkiyeyê hejmara aşiyê 19 milyon doz e. Nêzî 7 milyon û nîvê vê doza dudyan e. A mayî jî doza yekê ye." 
 
Erogûllari, destnîşan kir ku a grîng rêjeya aşîkirinê ye û divê li dor ji sedî 70'yê civakê bê aşîkirin û got: "Ji bo vê jî pêdivî bi 120-130 milyon derziyan heye. Lê li gor gotinên Wezîrê Tendurisstiyê, derziyên hatine Tirkiyeyê 26 milyon Cinovac û çend milyon jî Biontech in." 
 
Erogûllari, anî ziman ku li Tirkiyeyê xebatên aşîkirinê di biniya kapasîteyê de ne û got: "Em dikarin li navendên tenduristiyê yên malbatan, li nexweşxaneyan û li midûriyetên tenduristiyê yên navçeyan rojê 2 milyon doz aşî bikin. Lê gava nû ewilî dest pê kiribû rojê li dor 250 hezarî dihat kirin. Her çû ev hejmar kêm bû. Diviyabû me ev di 4 mehan de biqedanda, lê wisa xuyaye dê 2 salan dewam bike. Heger wisa biçe, dê xebatên aşîkirinê ancax di dawiya 2022'yan de biqedin. Yanî pir sist û xirab e. Di peydakirina aşiyê de pirsgirêk hene. Gelek sedemön vö hene; abori, sıyasi..." 
 
'AŞÎ MAFEK E, DIVÊ ZÛZÛKA BIGIHÊ HER KESÎ'
 
Eroglû destnîşan kir ku aşî mafeke e û divê bêheq û zûzûka bigihê her kesî û got: "Di warê aşîkirinê de prisgirêkên mezin rû dan. Van pirsgirêkan bi raya giştî re parve nekirin. Seba rêvebiriyeke xirab, em ji hin xebatên aşîkirinê man." 
 
Erogûllari, anî ziman ku sedemeke vê jî pergala randevûyê ye û got: "Gava em wan mirovan zevt bikin divê em wan aşî bikin. Kampanyayên aşiyê bi vî şiklî ne. Bi pergala randevûyê, nabe." Her wiha Erogûllari, bilêv kir ku divê pantenta aşiyê tune be û got: "Li ku derê derfet hebe divê li wir bê çêkirin. An em ê bi hev re ji vê şewbê xelas bibin an jî yê tu kes ji me jê xelas nebe. Lewma divê helwesta hikûmetan û siyasetmedaran a ji bo aşiyê biguhere." 

Sernavên din

20/04/2021
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin