WAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê de, ji bo ku pêkanînên keyfî bi dawî bibin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku bi pêkanên keyfî, binpêkirinên mafan, zext û êrişan ji rojevê dernakeve, vê carê bi pêkanîn û qedexeyek nû ket rojevê. Rayedarên girtîgehê wêneyên bi nameyan re ji bo girtî û hikumxaran hatibûn şandin, nedan girtiyan. Komîsyona xwendina nameyan, bi hinceta “Paşnavê kesên wêne şandine, ji ber ku bi paşnavê girtiyan re lihev nakin” nadin girtî û hikumxwaran.
Girtiyên ku ev rewş bi navbeynkariya malbatên xwe parvekirin, ji bo bi dawî anîna van pêkanînên keyfî banga hestiyariyê, li raya giştî kirin.