ENQERE - ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ku bûyera îşkenceya bi helîkopterê derxist holê hêjayî xelata “Rojnamevanên Salê yên Herî Serkeftî-2020” dît.
Komeleya Rojnamevanan a Hemdem (ÇGD) xelatên “Rojnamevanên Salê yên Herî Serkeftî-2020” diyar kir û li xwediyên wan belav kir. ÇGD’ê nûçegihanê ajansa me Cemîl Ûgûr ku bûyer îşkenceya bi helîkopterê ya li navçeya Şaxa Wanê derxistibû holê û hatibû girtin û di 2’yê nîsanê de hat berdan hêjayî xelata “Rojnamevanên Salê yên Herî Serkeftî-2020” dît.
Ji ber nûçeyên Cemîl Ûgûr ku derbarê îşkenceyê de çêkirin xelata bi navê “Xelata Nûçeyan a Rafet Genç” wergirt.
Her wiha di xelatên ÇGD’ê de gelek rojnamevanên din jî hêjayî xelatê hatin dîtin û xelatên xwe wergirtin.