Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû

  • rojane
  • 12:47 21 Nîsan 2021
  • |
img

ÊLIH - Dayika Aştiyê Mûhlîsê Kina ku heta kêliya dawiya jiyana xwe ji bo gelê xwe têkoşiya, wesiyet kiriye ku destmala kesk, sor û zer a di jiyana xwe de qet ji xwe veneqetand deynin ser gora wê.

 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Muhlîse Kina (55) di 17’ê nîsanê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Kina ya ku roja şemiyê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da, li gundê Tilmis ê girêdayî navenda Êlihê di bin dorpêça esker û polîsan de hat veşartin. Polîsan serdana gora Kina ya di 19’ê nîsanê de bi hêceta îxbara “Wê propagandaya rêxistinê bê kirin” asteng kir. Lê wesiyeteke Kina hebû. Heke rojekê bimire destmala wê ya kesk, sor û zer bi wê re veşêrin. 
 
Mûhlîse Kina, li gundê Şêbiyê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve tê dinê. Malbata Kina ku ji ferdan pêk tên ji ber zextên dewletê di sala 1989’an de bar dikin tên taxa Îpragazê ya Êlihê. 
 
TEVLÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ BÛ
 
Kina piştî demekî tevli xebatên Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) dibe. Ji roja têkoşîna kurdan nas dike û şûn ve diçe Cejnên Newrozê û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hemûyan. Di her çalakiyê de li refên herî pêş cih digire. Kina ya li taxan xebatê bi rê ve dibe, di sala 2015’an de tevlî Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Batmanê dibe. Dayika Aştiyê Kina, li rex kesên ku li mafên xwe digere cih digire. Êdî ew dayika Mûhlîse ya Êlihê ye. 
 
WESIYETA WÊ DESTMALA KESK, SOR Û ZER BÛYE
 
Wesiyeta dawî ya Kina ew bû ku destmala kesk, sor û zer a di jiyana xwe de qet ji xwe veneqetand, deynin ser gora wê. Xwişk û birayên dayika Mûhlîse wesiyeta wê bi cih anîn û destmalê danîn ser gora wê. Lê leşkerên ku goristan dorpêç kiribûn destûr nedan destmal li ser gorê were hiştin û rakirin. 
 
'HER TIM LI QADAN BÛ' 
 
Şukran Kina ya li gel hemû astengiyan wesiyeta xwişka xwe bi cih anî da zanîn ku xwişka wê di jiyana têkoşîna xwe de carekê jî negotiye ‘of’ û qet bêhêvî nebû. Kina, diyar kir ku xwişka wê her tim li qadan bû û got: “Li gel ku nexweş bû jî her tim moral dida me. Her tim ji me re qala girîngiya têkoşînê dikir. Cihê destmala kesk, sor û zer lê veşartibû ji me re got û wiha wesiyeta xwe kir: ‘Dema ez mirim vê desmalê deynin ser gora min.’" Şukran Kina bertek nîşanî astengkirina veşartina cenaze û tiştên pişt re qewimîn da û got: “Bila serê gelê kurd sax be.”
 
‘BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE’
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Êlihê Necdet Îpekyuz jî qala têkoşîna dayika Mûhlîse kir û wiha axivî: “Dayikeke ku di Êlihê de xebatên dîrokî dimeşand û pêşeneg bû. Di hemû xebatên bajêr de cih digirt. Li ku çalakiyek hebûya li wir bû. Têkoşîna ‘ji bo mirov nemirin û aştiyek pêk were’ dida. Dayika Mûhlîse ya di berxwedana dayika ya dîrokî de cih girt bêwext jiyana xwe ji dest da û ji nava me qetiya. Bila serê gelê kurd sax be.”
 
'BERXWEDANA WÊ EW TIRSANDIN'
 
Îpekyuz, bertek nîşanî astengkirina serdana goristanê da û wiha got: “Dewleta ku bêperwa nêzîkî serdana goristana dayika aştiyê bû, ji têkoşîna wê û berxwedana wê tirsiya. Dîrok şahidiya kesên ji gora dayikekê tirsin dike.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

22/04/2021
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin