AMED – Li navçeya Farqînê, Suleyman Hasoglû ku hat angaştkirin xwe ji qata 14’an avêtiye û întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Baglar a navçeya Farqînê ya Amedê, Suleyman Hasoglû ku li sîteyekê dijiya, hat angaştkirin ku ji ber sedemeke ne diyar xwe ji qata 14’an avêtiye û întihar kiriye. Li ser agahdarkirina kesên derdorê polis û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin ku Hasoglû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Hasoglû ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.