Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn

  • rojane
  • 09:01 23 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Bi ser Qirkirina Ermeniyan re 106 sal derbas bûn. Jina Ermenî Anî Kalk, têkildarî Qirkirina Ermeniyan axivî û wiha got: “Jinan êşên herî giran dîtin. Ligel ku me pir kêm tişt dizanîn jî, me heya hestiyên xwe êşên dayikên xwe hîs dikirin. Her roj tê bîra me û em her roj dijîn.”

Bi ser tehcîra Împaratoriya Osmanî ya li dijî Ermeniyan re 106 sal derbas bûn. Di serdema Şerê Cîhanê yê 1’emîn de, rewşenbîrên Ermenî yên li Stenbolê kom bûn, di 24’ê Nîsana 1915’an de, bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Talat Paşa, hatin girtin, kuştin û sirgûn kirin. Ango bi sedhezaran Ermenî ji cih û warên xwe hatin kirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Li gorî hin çavkaniyan, milyonek û 800 kesên hatin sîrgûn kirin, di qirkirinê re hatin derbaskirin. Ermenî, tiştên bi serê wan hatin, weke Medz Yaghern (cînayeta mezin), an jî Aghet (afat) bi nav dikin. Li gelek welatên cuda jî, ev rewş weke “komkujiyê” tê pênasekirin. Hin welat jî, ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, vê rewşê wek gef bi kar tînin. Lê heya roja îro Tirkiyeyê ev rewş weke “Komkujiyê” qebûl nekiriye. Ligel vê yekê jî Ermenî, daxwaza xwe ya rû bi rû hatina vê heqîqetê dewam dikin. 
 
‘EM HER ROJ KOMKUJIYÊ DIJÎN’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şîşliyê Anî Kalk, komkujiya ku 106 sal sere derbas bûn, ji ajansa me re nirxand. Kalk, bi bîr xist ku di şevekê de bi milyonan ket hatin sîrgûn kirin û wiha axivî: “Di dema sîrgûnê de bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gelek bajarên Anadoliyê û bi taybetî li Kurdistanê ev komkujî pêk hat. Mezinên me her tim behsa vê serpêhatiya xwe ya bi êş ji me re dikirin. Ligel ku me pir kêm tişt dizanîn jî, me heya hestiyên xwe êşên dayikên xwe hîs dikirin. Serdest tenê di rojên salvegerê de vê komkujiyê bi bîr tînin, lê em her roj dijîn û tê bîra me. Komkujiya Ermeniyan, îro li ser vê erdnîgariyê bi hemû polîtîkayên dijminantiyê tê pêşberî me.”
 
Kalk, da zanîn ku ev travma ji bo civaka Ermenî hîna jî dewam dike û wiha pê de çû: “Tirsa ku hat jiyîn dewam dike. Tirkiye naxwaze komkujiyê nas bike û ji vê yekê direve. Lê bi înat emê komkujiyê bi bîr bînin û têkoşîna xwe ya hesab pirsînê dewam bikin.” 
 
HERÎ ZÊDE JIN BI BANDOR BÛN
 
Kalk, dest nîşan kir ku komkujiyê herî zêde bandor li jinan kir û wiha domand: “Gelek jinan zarokên xwe şûn xwe de hiştin. Gelekan jî zarokên xwe veşartin û xeniqandin. Bi vî awayî neçar man ku koç bikin. Dîsa li ser benda jinan, nasname û destkeftiyên jinan êriş hebûn. Ji dîrokê ve jin her tim rastî qirkirinê hatine. Di dîrokê de, jinên Ermenî bi zilamên Misilman re didan zewicandin. Qirkirina herî mezin jî ev bi xwe ye. Zilamê bersûc îro jî, pişta xwe dide desthilatdariyê û bi vî awayî nêz dibe. Lê jin vê yekê qebûl nakin û têkoşîna xwe ya sedsalan a ji bo maf dewam dikin.” 
 
‘BI ÇAVÊ DÎROKÊ LI ME MÊZE DIKIR’
 
Kalk, aşkere kir ku di dema komkujiyê de jinan gelek travma derbas kirin û wiha bilêv kir: “Wê demê zarok pir dihatin zewicandin. Bapîrê min jî, dayika min a wê demê 11 salî bû, ji bo ku tiştek bi serê wê neyê, dide bavê 3 zarokan ê 35 salî. Dûre ji ber zextên wê demê ji Êlihê neçar dimînin ku koçî Stenbolê bikin. Bavê min pir behsa vê bûyerê dikir. Ji ber ku bavê min ferdên malbata xwe di vê komkujiyê de winda dike. Pîrika min her tim digot, ‘Bila carek din neyê jiyîn.’ Ferdên malbata min pir tiştek fêm nedikirin, lê dema me dîrok xwend, wê demê me nû fêm dikir.”
 
‘EM BERDIN Û BIÇIN KU DERÊ?’
 
Kalk, axaftina Hrant Dînk a “Ger em berdin û biçin, em ê herin ku derê… Hêlîna me vê derê ye” bi bîr xist û wiha lê zêde kir: “Koka me di vê axê de ye. Li ser vê axê, divê têkoşîn bê dayîn. Roja ku cenazeyê Hrant hat rakirin, li vî welatî bi hezaran Ermenî li hev kom bûn. Lê dûre tu kesî hev nedîtin. Dem ne dema wê ye ku em xwe bikin qalikê xwe. Emê bi nasnameya xwe, têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên ku Ermenî qetilkirin, îro jî dixwazin Kurdan tune bikin. Divê her kes bi berxwedan û têkoşîna bi cesaret a gelê Kurd li ber xwe bidin. Ez weke jinek Ermenî cihê xwe di HDP’ê de digirim. Ez bi vê serbilindim. Wê rojekê aştî were vî welatî û kesên ev tişt anîn serê me wê rojekê hesab bidin.” 
 
MA / Berfîn Karaman
 

Sernavên din

25/04/2021
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir