Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e

  • rojane
  • 11:17 24 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Di ser komkujiya ermenan de 106 sal derbas bûn. Wekîlê HDP'ê Garo Paylan, diyar ki ku komkujiya ermeniyan bi destê dewletê pêk hatiye. Akademisyen Daniele Conversî jî anî ziman ku îqtîdar, di înkarê de israr dike û yên rastiyê tînin ziman jî wekî "dijberi tirkan' tên sûcdarkirin. 

 
Di serdema dawî ya Împaratoriya  Osmanî de û beriya komara Tirkiyeyê 106 sal berê li dijî Ermeniyan komkujî pêk hat. Lê heta niha îqtidar û hikûmeta Tirkiyeye li dijî komkujiyê bêdeng e û bi awayekî fermî komkujî qebûl nekiriye. Civaka ermenî 23-24'ê Nisana 1915'an wekî Bazara Zor pênase dikin. Wê şevê Hikûmeta Osmanî Ermeniyên li Stenbolê girtin û sirgûn kirin. Piranî kesên entelektuel, pêşengên rêxistin û saziyan, aktivist û nûnerên siyasî girtin û sirgûn kirin. Ermeniyên girtin şandin Kampên komkirinê yên li Ayaş û Çankiriyê. Qanûna Tehcîrê di 29'ê Gulana 1915'an de di meclîse re derbas bû. Piraniya civaka ermenî an bi zorê koçber kirin an jî qetil kirin. Di encama tehcîrê de heri kêm 664 hezar û 1.5 milyon ermenî hatin qetilkirin. Di komkujiyê de bi deh hezaran ermenî bi zorê ji malbatên xwe hatin qutkirin. Gelek zarok jî bi zorê kirin misliman. 
 
Li gorî tezên fermi, tê gotin ku Împaratoriya Osmanî, nekiriye polîtîkaya dewletê ya bi armanc ku ji bo ermeniyan tune bike. Gotina "1.5 milyon ermenî hatin qetilkirin" ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve tê redkirin. 
 
Komek hîndekar û rojnameger di sala 2008'an de bi navê "Ez lêborînê dixwazin" kampanya dabûn destpêkirin. Prof. Ahmet Însel, Prof. Baskin Oran, Dr. Cengîz Aktar û rojnameger Ali Bayramoglu, pêşengiya vê kampanyayê kirin. Di 24 saetên kampanyayê de 5 hezar kesan ev kampanya îmze kirin. Li dijî vê kampanyayê komekê bi navê "Em lêborîn naxwazin" kampanya dan destpêkirin. Nêzî 91 hezar kesên ku di navde xwendekar, rojnameger û endamên komên pîşeyî hebûn jî gotin "Em lêborîn naxwazin" Wê demê Serokwezîrê demê Tayyip Erdoğan, bertek nîşanî kampanya "Em leborinê dixwazin" da û got "Wisa xuya ye ku wan ev komkujî kirine ku lêborînê dixwazin. Tu pirsgirêka komara Tirkiye ya wisa tune ye." 
 
WELATÊN KU KOMKUJÎ NAS KIRIN
 
Enqereyê komkujiya ku di salên 1915 û 1916'an de li dijî ermeniyan pêk hat, ne weki "Komkujî" wekî “tehcir” qebûl kir. Di sala 2019'an de Almanya, Brezilya, Fransa, Îtalya, Kanada û Rusya û 29 welatên din komkujî qebûl kirin. Ji 50 eyaletên DYA 49 eyaletan komkujî qebûl kirin. Her sal 24'ê Nîsanê wekî roja Komkujiya Ermeniyan tê pênasekirin. Her sal bi hezaran ermenî li Paytextê Ermenîstanê li Erivanê li Kompleksa Bîrdariya Komkujiya Ermeniyan ango Tsitsernakaberd ê li hev kom dibin û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr tinin. Ev bîrdari di heman demê de ji bo Ermeniyan wekî "Zayîna ji nûve" tê pênasekirin. 
 
DI SER KOMKUJIYÊ RE 106 SAL BORÎN LÊ... 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, têkildarî komkujiya Ermeniyan nirxandin kir û anî ziman ku li gel 106 sal borin ji hêj ji bo gelê Ermenî edalet pêk nehatiye. Paylan, da zanîn ku hêj feraset û hişmendiya komkujiya Ermeniyan di nava dewletdê de xwe diparêze û wiha got: “Ez bawer dikim ku heta bi rastiya xwe re rû bi rû nemînin ev sûc dê her dem xwe dubare bike. Niha bermahiyên vê hişmendiya komkujiyê hebûna xwe berdewam dikin. Faîlê wê demê Talat Enver û Cemal Paşa hebûna xwe di nava cemaweriyê de berdewam dikin. Havê wan li kolan û qadan kirine. Zarokên me li dibistanên bi navê ‘Talat Enver’ perwerdehiyê dibînin. Eger li Almanyayê navê kolanên Adolf Hitler hebûna û zarokan li dibistanên bi navê Joseph Goebbels perwerde dîtibûna gelo dê îro Almanyayek çawa hebûya. 
 
‘BELGEYA MIN PÎRIKA MKIN E' 
 
Paylan, anî ziman ku belgeya wî ya komkujiya Ermeniyan pîrika wî ye û wiha lê zêde kir: "Ez bi pîrika xwe re mezin bûm. Piştî komkujiyê pirika min bi tenê sax maye. Pîrika min hemû malbata xwe winda kir û ez li cem wê mezin bûm. Dema zarok bû ji malbatê tenê ew sax ma. Pîrika min hemû serpêhatiyên xwe ji min re got. Çawa komkujî pêk anîn, çawa mal û milkê wan talan û wêran kirin, çawa dêr bi dest xistin, her tişt ji min re got. Ji ber vê yekê pêdivî bi belgeyan tune. Li Anatoliyê ji her 5 kesan yek ermenî bu. Lê îro em li ber tunebûnê ne. Belge pir in. Lê belgeyan qebûl nakin. 106 salin heman polîtîka berdewam dikin. Beton rijandin ser gora Ermeniyan. Li Artemêta Wanê li ser goristana Ermeniyan tuwalet ava kirin." 
 
‘ÇARESERÎ RU BI RÛ BÛN E' 
 
Paylan, destnîşan kir ku eger bi rastiyê re rû bi rû bimînin ne tenê ji bo gelê Ermenî, dê ji bo hemû gelan başî û xweşiyê bîne û wiha bi dawî kir: "Piştî salên 2000’an, bi têkoşîna gelê Kurd re qatek hat vekirin. Me êdî di medya hawiz de rastî ani ziman. Yek ji peşengê vê yekê Hrant Dink bû. Ji bo empatî pêş bikeve medya amûrek girîng bû. Lê di 5 salên dawî de her tişt hatin guhertin. Heta 5 sal berê me li Qada Taksimê komkujiya Ermeniyan anîn ziman û ermenî bibîr anîn. Medya di vê mijarê de xwedî rolek pir mezin e. Ji ber vê yekê divê medya rolek mezin bide ser xwe." 
 
'REDKIRIN JI BO DEMOKRATİKBÛNA TIRKIYE PIRSGIRÊK E' 
 
Ji zanîngeha Baskê (University of the Basque Country) profesorê dîrokê Danîele Conversî, ku li ser komkujiyê lêkolîn kiriye, diyar kir ku Tirkên ciwan her dem di navbera dîroka kor û nijadperestiyê de asê kirine û wiha got: “Hikûmetên Tirk û nûnerên siyasî di vê înkarê de israr dikin. Her tim ji bo pirsgirêka navxweyî yên din sucdar dikin. Dema yek tiştekî ku dîrok şahidê wê ye diparêzin jî, vê carê vî wekî "Dijberê tirk" tawanbar dikin. Ji bo komkujî bê qebûlkirin û pênasekirin divê îqtîdar demek berî demekê vê yekê qebûl bike. Niha piraniya rewşenbir, demokrat û akamedîsyenên Tirkiye vê yekê qebûl dike. Di vê rewşê de divê hikûmet vê yekê înkar neke û qebûl bike. Ku wisa neke dibe komkujî bidomin. Dibe ku felaketên mezintir bên serê wê." 
 
KOMKUJIYA ÇANDÎ DIDOME 
 
Conversî, herî dawî anî ziman ku niha komkujiya çandî didome û wiha wiha got: “Li gorî lêkolînên lêkolineran, komkujiya çandî beşek mezin a komkujiyê ye. Bi koçberiya zorê nikarin vegerin axa xwe. Divê xebatên der barê komkujiyê de bidomin. Komkujiya çandî hêj didome. Ez hêvî dikim ku dîrok xwe dubare neke. Divê her tişt zelal be. Ger ku xwe dubare bike dê her tişt bêtir xerab bibe." 
 
MA / Berna Kişîn
 
 
 

Sernavên din

25/04/2021
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir