Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin

  • rojane
  • 10:54 25 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Der barê 108 siyasetmedarên kurd de, ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê hatibû destpêkirin, piştî 6 sal û 3 meh şûnde doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 26'ê Nîsanê de li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Rêveberên HDP'ê ev doz wekî “kumpas” pênase kir û anîn ziman ku dê di vê dadgehê de îqtîdar bê darizandin. 
 
Ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê der barê 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd de doz hatibû vekirin. Di nava kesên têne darizandin de Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî heye. Danişîna dozê dê 26'ê Nisanê duşemê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Danişîn dê li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk bê. Dê Nûnerên 11 heyetên Koma Demokrat û Sosyalîstên Parlamentoya Ewropa ku di navde Partiya Demokrat Sosyal a Swêd, Partiya Çep a Komarê ya Katalonya jî hene, bên danişîna dozê bişopînin. Kesên wekî çavdêr danişina dozê bişopînin, nirxandin kirin û anîn ziman ku zextên bi rêk û pêk yên li dijî HDP'ê armanc dikin ku HDP'ê tune bikin. Diyar kirin ku dixwazin berxwedana Kobanê berovajî bikin. Dîsa li gel heyetên navneteweyî dê Koma Meclîsa HDP'ê û Hezar û 200 parêzer dê danişîna dozê bişopînin. Dê nûnerên rêxistinên civakî jî tev li danişina dozê bibin. 
 
DU LÊPIRSÎNÊN SEREKE HENE
 
Li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, gel di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de daket kolanan û çalakî li dar xistibûn. Dema çalakiyan dest pê kir, Navenda Giştî ya HDP'ê li ser hesabê twitterê daxuyanî dabû. Ji ber vê yekê di 9'ê Cotmeha 2014'an de der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û endamên Lijneya Navendî de gelek doz hatin vekrin. Serdozgriya Komarê ya Enqereyê 2 doz kirin yek. Doza ewil der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û wekîlên wê demê ku endamên Lijneya Navendî bûn de vekirin. Doza duyemîn der barê endamên Lijneya Navendî yên ne wekîlên HDP'ê de bûn de vekirin. Dozgeriya Komarê ya Enqereyê piştre 2 doz kirin yek û bi hinceta di 6-8'ê Cotmehê de gel daxistine kolanê û sucdariya “Gel teşwîkî sûc kirine" xwestin destnedayîna wekîlan bê rakirin. Di 21'ê Sibata 2016’an de der barê wekîlên HDP'ê de fezleke amade kirin. Di 20'ê Gulana 2016’an de jî piştî destnedayîna wekîlan rakirin, Dozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê dosyayê de biryara "Bê erkiyê" da û dosya şand Dozgeriya Komarê ya Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş û wekîlên wê demê Ayhan Bîlgen, Huda Kaya, Altan Tan, Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim de lêpirsîn da destpêkirin û dosya kirin yek. Dosyayê ku bûyerên 6-8'ê Cotmehê xistin naverokê darizandinê berdewam kir. 
 
Midûriyeta Polîsan a Enqereyê der barê endamên Lijneya Navendî ku wê demê ne wekîl bûn de, ji ber lêpirsînê di 19'ê Sibata 2015’an 14 rûpel nijeyên agahiyê ji dozgeriyê re şand. Rapora ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi hûrgulî der barê wekîl û endamên Lijneya Navendî ya HDP'ê de nivîsîbû di 8'ê Çileya 2021'an de ji aliyê 22'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozgeriyê ev rapor kir bingeha lêpirsîna Bûyerên Kobanê. 
 
ENDAMÊN LIJNEYA NAVENDÎ ÎFARDE DAN 
 
Di çarçoveya bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de di sala 2015'an de lêpirsîn hat destpêkirin û heta 3 salan endamên lijneya Navendî ya HDP'ê û wekîlên HDP'ê çûn îfade dan. Endamên MYK'ê û wekilên HDP'ê Can Memîş, Berfîn Ozge Kose, Bulent Parmaksiz, Dîlek Yagli, Karabet Paylan (Garo), Alî Urkut, Zeynep Karaman, Alp Altınors, Zekî Çelik, Bayram Yilmaz, Cîhan Erdal, Gulfer Akkaya, Hatîce Altinişik, Serpîl Kemalbay, Bîrcan Yorulmaz, Gunay Kubîlay, Arife Kose û Nazmi Gur bi îdeaya şikdar îfadeyên wan hatin girtin. 
 
GIRTINÊN DUYEMÎN 
 
Li aliyekî der barê dosyayê de biryara veşartî didomiya, li aliyê din Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Selahattin Demirtaş de di 2'ê îlona 2019'an de biryara berdanê da. Lê dozgerê Komarê di 19'ê Îlona 2019'an de muzakere ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê re şand. Li gel ku Yuksekdag û Demîrtaş xwest îfadeyê bidin jî Demîrtaş û Yuksekdag di 20'ê Îlona 2019'an de cara duyemîn ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê hatin girtin. 
 
28 KES GIRTIN 
 
Piştî Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag cara duyemîn ji heman sûcî hatin girtin, di 24'ê Îlona 2020'an de li dijî HDP'îyan operasyon hat li dar xistin. Di vê operasyonê de Sirri Sureyya Onder, Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dilek Yagli, Gulfer Akkaya, Gunay Kubilay Zekî Çelik, Alî Urkut, Altan Tan, Pervin Oduncu, Alp Altınors, Berfîn Ozgur Kose, Cihan Erdal, Ayhan Bîlgen, Îsmail Şengul hatin binçavkirin û di 2'ê Cotmeha 2020’an de, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 17 kesên din jî hatin girtin. Dîsa wekîlên HDP'ê Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel ku girtî tên darizandin tev li dosyaya Kobanê kirin û cara duyemîn der barê wan de biryara girtinê dan. Dîsa der barê Gulser Yildirim debiryara girtîgeha malê da. Der barê wekîlê HDP'ê Îbrahim Bînîcî û siyasetmedarên din de jî biryara girtinê dan û hêjmara kesên girtî tên darizandin derxistin 28 kesan. 
 
Heta îdeaname hat amadekirin jî dozger der barê dosyayê de biryara veşartinê danî. Dozger têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê piştî 6 sal û 3 mehan di 30'ê Kanûna 2020'an de îdeanameya ku ji 3 hezar û 530 rûpelan û ji 324 klasoran pêk tê amade kir. 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê piştî hefteyekê di 7'ê Çileya 2021'an de qebûl kir. Dozger di îdeanameyê de der barê 108 kesan de angaşt ku van kesan "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye" 37 caran bi sucdariya "Kuştina mirovan" tawanbar kir. Dozger di îdeanameyê de kuştina 37 kesên di bûyerên çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dan xist stuyê HDP'îyan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 46, Li gorî daneyên Midûriyeta Polîsan a Giştî 48 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Dozger di îdeanameyê de cih neda gelek kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane. Dozger di îdeanameyê de Kuştina Suleylan Kale yê 19 salî ku ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hat kuştin xist stuyê HDP'îyan. 
 
Piştî 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdeaname qebûl kir, piştî demek nêzîk heyeta duyemîn hat tayînkirin. Heyeta duyemîn li gel hemû îtîrazên parêzeran armanc dike ku di demek nêzîk de darizandinê bi dawî bike. Lê ne diyar e danişîna dozê çend rojan bidome. Tê texmînkirin ku danişina dozê di navbera 15-45 rojan de bidome. Her çend di îdeanameyê de der barê mirinê de agahî tune bûn jî heyeta duyemîn bi lez der barê mirina kesan de raporên otopsiyê xwest. Heyetê ji bo di 19'ê nîsanê de der barê mirina 32 kesan de rapora otopsî bê şandin, nivîs ji dozgeriyên Stenbolm, Enqere, Amed, Wan, Dîlok, Sêrt û gelek bajarên din re şandin. 
 
DÊ ÎQTÎDAR BÊ DARIZANDIN
 
HDP'î vê dozê wekî "Komplo û Kumpas" pênase dikin û diyar dikin ku di vê danişîna dozê de dê îqtîdar bê darizandin. HDP'îyan heta niha têkildarî dozê gelek daxuyanî dan û anîn ziman ku dê nikaribin rastiyê tarî bikin. HDP'îyan da zanîn ku yên esil di vê dozê de bên darizandin dê îqtîdar bi xwe be. 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

25/04/2021
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir