WAN – Baroyên herêmê, beriya Doza Kobanê daxuyaniyeke hevpar dan û ev bang kirin: “Em dixwazin ku di darizandinê de şertên dewleta hiqûqê û biryarên DMME’yê bên şopandin û kesên tên darizandin bên berdan.”
Baroyên herêmê, derbarê Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 kes jê girtî 108 kes têde tên darizandin de daxuyaniyeke hevpar dan. Baroyan, di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser binpêkirinên ku di doza Demîrtaş de pêk tên û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê yên derbarê dozê de ev bang hat kirin: “Em baroyên ku îmzeyên me li jêr hene; em dixwazin ku di darizandinê de şertên dewleta hiqûqê û biryarên DMME’yê bên şopandin û kesên tên darizandin bên berdan.”
Baroyên ku îmzeya xwe avêtine daxuyaniya hevpar wiha ne:
Baroya Semsûrê
Baroya Agiriyê
Baroya Êlihê
Baroya Çewlikê
Baroya Bedlîsê
Baroya Dersimê
Baroya Amedê
Baroya Colemêrgê
Baroya Qersê
Baroya Mêrdînê,
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê