ENQERE - Polîsan tundî li nûçegihanên me yên berî Doza Kobanê xwestin li pêş girtîgehê dîmenan bikişînin kirin û ji wan re wiha gotin: “Me ji midurê xwe ferman girtî ye, em ê nehêlin ku Ajansa Mezopotamyayê li vir be.”
Beriya danişîna ewil a Doza Kobanê polîsan mudaxileyî çapemeniyê kirin. Polîsên ku nehiştin çapemenî dîmenan bikişîne, anîn ziman ku ji bo pêkanîna taybet a li dijî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji midurên xwe ferman girtine. Nûçegihanên me yên xwestin dîmenan bikişînin û nûçeyan binivîsin bi zora polîsan ji pêş girtîgehê hatin dûrxistin. Polîsan bi awayekî fîzîkî tundî li nûçegihanên me Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz kirin.
FERMAN JI MIDUR GIRTINE
Polîsan ji nûçegihanên me yên li dijî vê pêkanînê derketin re wiha gotin: “Me ji midurê xwe ferman girtî ye, em ê nehêlin ku Ajansa Mezopotamyayê li vir be.” Parêzerên ajansa me wê derbarê polîsên ku tundî li nûçegihanên me kirin û ew astengkirin de gilî bikin.