AMED - Li Bazara Sewalan a Amedê di encama şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.
Li Bazara Sewalan a Amedê ya li navçeya Sûrê ji ber sedemeke nediyar di navbera du kesan de niqaş derket û piştre nîqaş veguherî şerê biçek. Di şer de Cemal I., Sefer A., Remzî I., Kemal I., Mehmet Û. û Salîh T. birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyan. Kemal I. yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî li gel hemû mudaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da. Hat hîn bûn ku ji birîndaran 3 kes rewşa wan giran e.