AMED - Li navçeyên Peyas, Sûr, Rezan û Yenîşehîrê, ligel abloke û astengiyên polîsan jî, tecrîd hat şermezarkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya 153 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne li girtîgehan dewam dike de, li navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Peyas û Sûrê daxuyanî da çapemeniyê.
ROJNAMEGER DÛR XISTIN
Bi sedan polîs avahiya navçeya HDP’ê ya Yenîşehîrê dorpêç kirin û destûr nedan ku endamên partiyê ji avahiyê derbikevin. Polîsan di heman demê de derdora AZC Plaza ya hat xwestin ku li vê derê daxuyanî bê dayîn jî dorpêç kirin û rojnamegerên hatin ber avahiya HDP’ê ji qadê dûr xistin.
LI REZANÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Daxuyaniya ku hat xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê bê dayîn jî, hat astengkirin. Girseya ji bo daxuyaniye hat parke, di ketina parkê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan dûre welatiyên xwestin beşdarî girseyê bibin jî xistin dorpêçê. Polîsan, piştre bi hinceta daxuyanî wê têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê bê dayîn, destûr nedan ku girse daxuyaniyê bide.
Girseyê li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi vî wayî bal kişand ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê. Girseyê piştî çalakiya rûnişstinê, lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ji qadê veqetiyan.
AVAHIYA PARTIYÊ KIRIN ABLUKAYÊ
Li navçeya Sûrê jî, rêxistina HDP’ê xwest li ber Bîrdariya Ahmet Arîf daxuyanî bide, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku ketin û derketina avahiya navçeyê asteng kirin, avahî kirin dorpêçê. Polîsan, dan zanîn ku ewê destûrê nedin ku daxuyanî bê dayîn. Rêveberiyên HDP’ê li ser vê yekê, bertek nîşan dan.
ŞERMEZARKIRINA BI ÇEPIKAN
Rêxistina HDP’ê di heman demê de xwest li Parka Roboskî ya navçeya Peyasê daxuyanî bide. Polîsan ewil ji bo daxuyaniyê, tenê destûr da 10 kesan. Lê dûre daxuyanî dayîna van 10 kesan jî hat astengkirin. Rêveberên HDP’ê bi lêxistina çepikan, qedexe û astengkirin polîsan şermezar kir û paşve vegeriya avahiya navçeyê.