RIHA - Li navçeya Halîliyê ya Rihayê du birayên hev ketin qenala avê û fetisîn.
Li taxa Tepedîbî ya navçeya Halîliyê ya Rihayê Mehmet Emîn û Ahmet Aslan ên birayê hev ketin qenala avê ya adyî Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) fetisîn. Piştî îhbara ku hat kirin tîmên rizgariyê hatin cihê bûyerê û cenazeyên herdu birayan ji avê derxistin. Cenaze ji bo otopstiyê rakirin nexweşxaneyê û pişt re radestî malbatê hatin kirin. Hat zanîn ku dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.