NAVENDA NÛÇEYAN - 21 rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb li dijî Tirkiyeyê bang li Yekîtiya Ereban kirin û xwestin civînek awarte bê lidarixsin û li dijî xewnên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.
Li dijî êriş û operasyonên Tirkiyeyê yên herêmên Avaşîn, Metîn û Zapê yên di sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne bertek û bang mezin dibin. Li gorî nûçeya Rojnewsê 21 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb ên ji Misir, Libya, Lubnan, Yemen, Filistîn û Iraqê, bang li Yekîtiya Ereban kirin ku bi awayekî awarte bicive û helwest nîşan bide. Rewşenbîr û siyasetmedaran di heman demê de banga helwestnîşandanê li Neteweyên Yekbûyî jî kir.
Rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan, derbarê operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wekî komek rewşenbîr û siyasetemedarên ku pirsgirêkên li nava welatên Ereban û xeteriyên li Rojhilata Navîn ji xwe re wekî xem dibînin, bêdengiya welatên Ereban a dijî binpêkirinên dewleta Tirk ku her roj pêk tên, em aciz kirine. Bi taybetî binpêrinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û yekîtiya Ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran. Heta niha tu welatekî Ereban dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye.
Em ji Yekîtiya Ereban dixwazin ku civînek awarte lidar bixin, li ser mijarê rawestin û li hemberî xewnên dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Di hevpeymaniya Yekîtiya Ereban de biryar heye ku dema welatek bi êrîş û dagirkeriyekê re rû bi rû bimîne, welatên ji bo sekinandina êrîşan biryar digirin. Em jî heta niha bendewariyên pêkanîna vê biryarê ne.
Em jî dengê xwe bilind dikin ku hemû cîhan, di serî de jî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar bibihîzin. Her wiha daxwaz dikin ku dijî êrîşan helwestek cidî nîşan bidin."
Navên kesên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:
Recaî Fayîd: Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misrê û Endamê Konseya Pêwendiyên Derve ya Mirsê
Mamoste Ehmed Bahaedîn Şaban: Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê
Yusuf Yaqub Metî: Serokê Yekîtiya Netewî Bath Nahrîn-Iraq
Ebdurrehman El-Reyyan: Nivîskarê Yemenî
Dixtor Eymen Feteh: Nivîskan û Pisporên Zanistên Siyasî – Filistîn
Hisên El-Suyeedî: Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya
Mehemed Hesen El-Bene: Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar Misir
Osman Birkê: Nivîskar û Siyasetmedar-Lîbya
Xurşît Dilî: Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan
Dixtor Firneza Atiye: Pispora Zanistên Siyayî –Misir
Esir Nuval Cebir: Nivîskar û Rojnamevan-Filistîn
El-Seyid Ebdulfetah: Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê, nivîskar û rojnamevan
Ferhan Salih: Nivîskar-Lubnan
Ebbas Cefer El-Huseynî: Lêkolîner û Romanûs-Lubnan
Safiye Tata: Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê-Lubnan
Delal Bistanî: Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat-Lubnan
Loneh El-Xerîb: Akademîsyen û çalakvana jin –Lubnan
Xelil El-Qazî: Nivîskar û Akademîsyen-Lubnan
Yasil Eyo Seydo: Siyasetmedar û Akademîsyen-Filistin
Hemo Muskviyan: Hiqûqnas û çalakvanê siyasî-Lubnan
Elî Nacî: Nivîskar û Rojnamevan-Iraq