Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere

img

ENQERE - Endama Konseya Rêveberiya KNK'ê Nulifêr Koç, diyar kir ku TSK di şerê Garê de têk çû û wiha got: “TSK pişti di şerê Garê de têk çû, di şerê Metîna, Avaşîn û Zapê de jî têk biçe dê teqez dewlet siyaseta xwe biguhere." 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan de, di 23'ê Nîsanê li dijî herêma Metîna, Zap û Avaşîn operasyona eskerî da destpêkirin. Operasyona eskerî ku ji 23'ê Nîsanê de ji hewayî û bejayî dest pê kir,  12 roj derbas kir û ket roja 13'an. Her çend rayedarênn Tirkiyeyê diyar bikin ku operasyon li dijî PKK'ê ye jî aktîvîst, siyasetmedar û rewşenbirên Kurd diyar dikin ku operasyon li djiî nirx û destkeftiyên Kurdan, li dijî axa Kurdistanê ye. Rewşenbir û nûnerên rêxistinên Kurdan diyar dikin ku bi vê operasyonê DYA dixwaze projeya xwe ya li Rojhilata Navîn mayinde bike. Endama Konseya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç, bal kişand ser armanc û encama van operasyonên TSK'ê yên li dijî axa Kurdan. 
 
Koç, anî ziman ku Serokê DYA'yê Joe Biden, di 23'ê Nîsanê de bi Serokê AKP'î Erdogan re hevdîtin kir û wiha got: "Piştî vê axaftinê Sefaretxaneya DYA, li ser hesabê medya civakî aşkere kir ku ji bo serê Rêveberên PKK'ê Murat Karayılan, Cemîl Bayık û Duran Kalkan xelat danîne. Piştî vê parvekirinê DYA û hikûmeta Tirkiyeyê li dijî tevgera azadiya Kurd dest bi operasyona eskerî kirin. DYA û Tirkiye PKK'ê li pêş dagirkirina Başûrê Kurdistanê wekî astengiyek pir mezin dibînin. Eger ku heta niha nekarîbûn Başûrê Kurdistanê dagir bikin, bi saya têkoşîn û berxwedana PKK'ê û gerîlla ye. Ji operasyona li dijî herêma Zînî Wertê heta Garê û heta operasyona niha ya Metîna Zap û Avaşînê hewl didin ku herêmê dagir bikin. Lê îro li Metîna Avaşîn û Zapê dîsa gerîlla û gel li ber xwe dide." 
 
'DYA NIKARE AZAD LI BARAGEHÊ BEXDÊ TEV BIGERE'  
 
Koç, xwest hesabê DYA yê li vê herêmê baş analîz bikin û wiha axivîe: "Biden piştî hilbijartinê Rojhilata Navîn wekî nokteya stratejîk diyar kir. Di 30 salên dawî de Kurdistanê wekî navenda dîzaynkirina Rojhilata Navîn dibîne. Daxuyaniyên NATO yên der barê Rojhilata Navîn de ve rastiyê tînin ziman. DYA bi tena serê xwe nikare projeya xwe têxe meriyetê. Ji ber vê yekê bi mutefîkên NATO re dikeve nava hevkariyê. Bi taybetî piştî Generalê Îranî Kasim Suleymani ji aliyê DYA ve hat kuştin, DYA êdi nikare li baragehên xwe yên Bexdayê azad tev bigere. 
 
DYA li aliyeki dixwaze Rûsya asê bike, li aliye din dixwaze Îran rawestîne û li Iraq û Sûriye serwer bibe. Di zîrveya 15'ê Adarê ya NATO de Wezîrê Karên Derve yê DYA got ‘Tirkiye dilê NATO ye.' Ji bo xwe wekî mutefîkê herî girîng dibîne. Di guhertina Rojhilata Navîn de NATO dixwaze Tirkiye bêtir bi hêz bike. Ji bo vê yekê li dijî Kurdan tawîzan dide Tirkiyeyê. Daxwazên Tirkiye yên li dijî destkeftiyên Kurdan qebûl dike. Ji ber vê yekê DYA destûr da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan. Li ser daxwaza Tirkiyeyê di navbera PDK û Hikumeta Navîn da Iraqê de "Peymana Şengalê" îmze kirin. Xwestin Arteşa Iraqê hêza xwe têxin Şengalê. Dîsa xwestin Rejîma Şamê hêza xwe têxe Qamişloyê. Operasyona TSK'ê ya piştî axaftina Bîden û Erdogan bi vê ve girêdayi ye." 
 
'KURDISTAN NAVENDA STRATEJIYA ROJHILATA NAVÎN E' 
 
Koç, bal kişand ser rola Kurdistanê ya ji bo Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: "Kurdistan navenda stratejiya Rojhilata Navin e. Ev cîhana Eraban jî eleqeder dike. Dîsa faktora Îranê heye. Di şerê li Rojava de 74 dewlet tev li Koalisyona Navneteweyî bûn. 74 dewlet dixwazin tev li modela kurdan bibin. Kurd di çareseriyê de dixwazin gelan tev lê bikin." 
 
EM KURD DI ALIYÊ SIYASÎ Û CIVAKÎ DE BIBIN YEK Û LI BER XWE BIDIN DÊ TABLOYA HEVSENGIYÊ BIGUHERE
 
Koç, bal kişand ser nêzîkatiya DYA ya li Rojava ku bi awayekî taktikî nêzî hevkariyê dibe û wiha berdewam kir: "DYA dixwaze bi destê Tirkan, Kurdan lawaz bike. Ji ber vê yekê eger em di aliyê siyasî û civakî de bibin yek û bi hevre têbikoşin em ê karibin hevsengî û tabloyê biguherînin. Di şerê cîhanê yê yekemîn u duyemîn de Kurd perçe kirin. Bi Peymana Lozanê nasnameya Kurdan înkar kirin. Di 40 salên dawî de ji ber Brêz Abdullah Ocalan rast analîz dike bû sedem ku Kurd li Rojhilata Navîn bên nasîn û bibin aktorek girîng. Niha NATO dixwaze Rojhihata Navîn ji nûve dizayn bike. Ji ber vê yekê dixwaze li dijî gerîlla û Kurdan şer bike. Gerîlla û Kurdan li dijî vê projeya xwe asteng dibîne. 
 
'HIŞÊ KOMPLOYA LI DIJÎ PÊŞENGAN DIDOME' 
 
Nilûfer Koç, bal kişand ser peyama Sefîrê DYA yê Enqereyê ya der barê Cemil Bayık, Murat Karayılan û Duran Kalkan de û wiha got: "Sefîrê DYA, di peyama xwe got 'Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan an serê wan ji mere bînin an jî bi saxî teslîmî me bikin.' Ku bê bîra we dema li dijî Garê operasyon dan destpêkirin Serokê AKP'î û Serokomar Erdogan gotibû heta 15'ê Sibatê em ê surprîzekê çêkin. Ji ber vê yekê dixwaze kesên pêşenga siyaseta Kurd ji holê rakin. Bi vê yekê dixwazin tevgera Kurdan bişkînin. Dema Rêbertî dîl girtin ji ev yek armanc kiribûn. Lê Brêz Abdullah Ocalan, li ruxmê 21 salin di tecrîda giran de ye jî dîsa çareserî pêş xist û paradîgmaya çareseriyê ava kir. Çar aliyê cîhanê pêşniyarê Birêz Abdullah Ocalan esas digire." 
 
'ŞARÊ HERÊMÊ DÊ QEDERA KURDAN DIYAR BIKE' 
 
Endama Konseya Navendî ya KNK'ê Nilûfer Koç, bal kişand ser şer û operasyona TSK'ê ya li herêmê jî û wiha pêde çû: "Şerê TSK'ê yê niha li Avaşîn Metîna û Zapê didome, dê qedera Kurdan diyar bike. Dewleta Tirkiyeyê di vî şerî de piştgiriyek pir mezin ji hêzên derve stendiye. Eger Tirkiye piştgiriyek mezin ne girtibûya, Wezîr Suleyman Soylu nedigot 'Em ê li Metîna baragehê ava bikin'. Aşkere dibêje 'Ez ê wir dagir bikim' Diçe li welatekî din hebûna wî miletî û neteweyî înkar dike dagir dike. Xuya ye ku Tirkiye destûr ji NATO girtiye. Balkêş e biryar beriya salvegera 24'ê Nîsanê roja komkujiya Ermeniyan de hatiye girtin. Dixwazin Kurdan li dijî hevsengiya herêmê bihêlin. 
 
'PDK'Ê HER TIM XWE SPART HÊZÊN DERVE' 
 
Koç, helwesta PDK'ê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Ji roja PDK hatiye avakirin heta niha her dim pişta xwe da hêzên derve. Her tim xwe spart hêzên derve û xwe ji gel û civaka xwe dûr xist."  Koç, bal kişand ser rola gerîlla ya ji bo PDK'ê û wiha got: "Eger gerîlla li Zap, Metîna û Avaşînê bi ser nekeve, dê Tirkiye PDK'ê ji holê rake. Niha Erdogan dibêje 'Me şaşî kir'. Dixwaze şaşiyên xwe rast bike. Em li rastiyê binerin, gerilla di heman demê de PDK'ê jî diparêze."  
 
'EZ BAWER NAKIM TIRKIYE DI ŞER DE BI SER BIKEVE' 
 
Koç, herî dawî destnîşan kir ku ew bawer nake Tirkiye di vî şerî de bi ser bikeve û wiha axivî: "Ez bawer nakim Tirkiye li Zap Avaşin û Metîna bi ser bikeve. Ji ber ku Tirkiye li Garê têk çû. Kurd bi serkeftinê ketin şer. Kurd piştî serkeftina Garê li Metîna, Zap û Avaşinê li ber xwe didin. Daxuyaniya Wezîr Suleyman Soylu û wezîr Hulusi Akar hêza gerîlla ya li herêmê nîşan dide. Tirkiye tu carî polîtîkayên xwe naguherîne. Dê têkoşînna Kurdan û tifaqa Kurdan a siyasî û civakî siyaset û polîtîkaya Tirkiye biguherîne. Em di aliyê polîtîka, diplomasî û şer de xwedî hêz inn. Divê Kurd di ferqa hêzea xwe de bin. Dive em vê meseleyê tenê ji berxwedana gerîlla re nehêlin. Dive bi qasî şer di qada siyasî, diplomasî û civakî de jî em li ber xwe bidin.
 
Tirkiye li Garê têk çû. Eger Kurd heta dawiya salê di qada siyasî, eskerî û civakî de bibin yek û li ber xwe bidin, dê hevsengiya siyaseta Tirkiyeyê biguherîin û dê Kurd destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Ku Kurd di vi şerî de jî bi ser bikevin, PDK û Tirkiye dê neçar bimine ku rejîm û siyaseta xwe biguherîne."
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin