DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin

img

AMED - Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha Nîsanê aşkere kir û diyar kir ku di meha nîsanê de polîsan 9 rojnameger binçav kirine, dozger derbarê 5 rojnamegeran de doz vekir, sîteyên 19 nûçe, 17 websiteyan hatin astengkirin û 60 rojnameger hatine darizandin.

 
Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha Nîsanê aşkere kir. DFG'ê anî ziman ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû û wiha got: "Lê bi dehan hevalên me, ev roj di girtîgehan de pêşwazî kir. Daneyên di rapora me de jî ne azadiyê, lê zext û neheqiyan nîşan didin. Di tabloyeke wiha de, ne pêkan e behsa azadiya çapemeniyê bê kirin. Rojnameger hê jî tên binçavkirin û girtin, lêpirsîn û doz li wan tên vekirin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Bi van pêkanînan ne tenê kedkarên çapemeniyê, lê bi tevahî rojnamegerî bixwe tê hedef girtin. Armanca wan ewe ku li şûna ragihandina rast, rojnamegeriya alîgir biafirînin; çapemeniyê ne ji bo civakê, lê ji bo propagandaya desthilatê bi kar bînin." 
    
'BI VÊ GIŞTÎNAMEYÊ DÊ BÊTIR AZADIYA ÇAPEMENIYÊ ASTENG BIKIN' 
 
DFG'ê bal kişand ser Giştînameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û wiha berdewam kir: "Midûriyeta Giştî ya Polîsan çend roj berê bi giştînameyekê geveke din a astengkirina  çapemeniyê avêt. Giştîname di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenan qedexe dike. Wek hincet jî “îhlalkirina jiyana taybet a polîsan” hat nîşandan. Em dixwazin bipirsin; “cihgirtina di çalakiyan de çawa dibe jiyana taybet?” Em dixwazin bi bîr bixin ku beriya niha qeydên deng an jî dîmenan, gelek bûyer ronî kiribûn. Mînak, di Newroza Amedê ya 2017’an de, heger kişandina dîmenan qedexe bûya wê her kes Kemal Kûrkût weke “bombeyê zindî” zanibûya. Lê belê di wêneyên hatin kişandin de, li ser Kemal Kûrkût bombe tine bû û Kûrkût ji navê berjor tazî bû. Wêneyan rastî nîşanî gel dabû. Ev mînak bixwe nîşan dide ku heger giştîname pêk were, wê azadiya çapemeniyê bêhtir bê astengkirin. Ji ber vê jî divê giştîname bi paş ve bê kişandin û dev ji qedexeyên li ser xebatkarên çapemeniyê bê berdan."  
 
‘MAFÊ NÛÇE GIRTINÊ TÊ ASTENGKIRINÊ' 
 
Di rapora xwe de DFG'ê qedexe û sansurên ku li dijî malperên nûçeyan û ajansan jî bi bîr xist û derbarê mijarê de ev agahî dan: "Tekane ajansa nûçeyan a jinan a Tirkiyeyê Jinnews, malpera wê ya ku nûçe li serê tên parvekirin di meha nîsanê de 9 caran ji xwe gihandinê re hat astengkirin. Dîsa malpera Ajansa Mezopotamyayê jî di nav mehê de 5 caran bi awayekî nehiqûqî hat astengkirin. Tişta sosrettir jî derbarê astengkirinê de 2 dadgeh du biryarên ji hev cudatir digirin û rewşa bêhiqûqiya ku tê kirin radixin ber çavan. Lê divê bê zanîn ku dema çapemenî bi awayekî azad nexebite wê civak di taritiyê de bimîne. Maf û azadî jî dê di wê tariyê de winda bibin û biçin."
 
'ROJNAMEGER ÇAV Û GUH IN' 
 
DFG li ser rol û rista rojnamegeran jî rawestiya û wiha pêde çû: "Rojnameger, çav û guhên gel in. Di her nûçeyê de, civak rastiyan dibîne û dibihîze. Ji ber vê sedemê, her astengiya li ser çapemeniyê astengkirina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan e. Dema çapemenî bi awayekî azad karê xwe neke, civak dikeve nav tarîtiyê. Em diyar dikin ku ji bo mafên me ji destê me necin, em li ser rêgezên gerdûnî karên xwe bikin û her wiha bi bîr dixin ku divê rêz li mafê civakê yê xwegihandina agahiyan bê girtin.  Rewşa hempîşeyên me yên girtî jî faktoreke sereke ya neheqiyên li rojnamegeran e ku hê jî berdewam e. Gelek rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehan de ne. Her çiqas hewl didin hevalên me terorîze bikin jî, hevalên me ji xeynî karên xwe yên rojnamegeriyê tiştek din nekirine. Ev rastî di îdianame û sûcdariyan de jî bi aşkerayî xuya dibe. Rojnamegerên girtî ji ber nûçe, hevpeyvîn an jî dîmenên kişandine di girtîgehan de ne. Lê belê yek ji van jî ne sûc e û karên rojnamegeriyê ne. Girtina rojnamegeran ji ber nûçeyên li xweşa desthilatê naçin, li dijî rêgezên hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê bi awayekî lezgîn divê hemû rojnamger bên berdan, girtin û binçavkirina hempîşeyên me bê bidawîkirin."       
 
DFG'ê herî dawî bi munasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriyê, pêkhatina azad û demokrasiyê hêvî kirin û roja hempîşeyên xwe pîroz kirin. DFG'ê daneyên raporê jî parve kir û ev agahiyên jêr dan: 
 
 
DANEYÊN RAPORA MEHA NÎSANÊ
 
*Rojnamevanên Hatine Binçavkirin : 9
 
*Astengiya Şopandina Nûçeyan : 4 bûyer
 
*Lêpirsînên Di Derbabarê Rojnamevanan de : 2
 
*Dozên Ku Li Rojnamevanan Hatine Vekirin : 5
 
*Rojnamevanên Ku Hatine Darezandin : 24 dosya, 60 rojnamevan
 
* Li Zindanan Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan                :  1
 
*Cezayên RTUK’ê                : 5 
 
*Astengiyên Xwegihandina Înternetê : 19 nûçe, 17 website
 
*Rojnamevanên Girtî (Heta 5’ê Nisanê 2021) : 70
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin