Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema

img

RIHA - Piştî ku Serêkaniya Rojava ket destê komên paramîlîter, Serêkaniya Rihayê jî bû hedefa gule û hawanan. Serlêdanên kesên ku ji ber guleyên hatine avêtin birîndar bûne jî bi hinceta "kiryar nehatiye dîtin" tên redkirin. 

Piştî ku di sala 2011'an de şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir, Eniya El Nûsrayê gelek bajar xistin bin kontrola xwe. Yek ji van bajaran jî Serêkaniyê ye. Serêkaniyêya Rojavayê tam li hemberî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yye. Piştî pevçûnên di 17'ê Trmeha 2013'an de bajar ketibû destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Bajar heya sala 2019'an jî di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû ku YPG jî yek ji pêkhateyên wê e. Lê belê di 9'ê Cotmeha 2019'an de bajar careke din bûbû hedefa êrîşan. Rewşa heyî vî aliyê sînor diqilqilîne.
 
TALÛKEYA LI SÎNOR 
 
Tirkiye û komên paramîlîter ên din bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de kom bûne û girêdayî Tirkiyeyê ne, di dîroka navbirî de di bi navê "Tevgera Kaniya Aştiyê" de êrîş birin ser bajêr. Operasyona navbirî jî bi hinceta "ewleyiya sînor" hat kirin. Piştî şerê bi rojan, bajar ket bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter ên di bin banê wê de. Lê belê, piştî demekê li bajêr di navbera komên ku Tirkiye wan xwedî dike de "şerê xenîmetê" dest pê kir. Ji ber pevçûnên ku îdiaya "ewleyiya sînor" a Tirkiyeyê pûç kirine,heya niha gelek fîşek û hawan li Serêkaniyaya Rihayê ketine. 
 
Ji ber van fîşekên ji wî aliyê sînor hatine, heya niha li Serêkaniyaya Rihayê gelek kes birîndar bûne. Her wiha gelek şêniyên bajêr jî di warê aborî de xisirîne. Zirara aborî ya şêniyan nehatiye dayîn û lêpirsînên derbarê birîndariyê de jî bi biryara "neşopandinê" bi dawî dibin. 
 
Ji kesên birîndar bûne yek jê Seyfettîn Bûlût (51) û yek jê jî M.Y.'yê 12 salî ye. 
 
10 MEH IN GULE DI CANÊ WÎ DE YE 
 
Seyfettîn Bûlût di 30'yê Tîrmeha 2020'an de bi guleyeke di dema pevçûnên li Serêkaniya Rojavayê de birîndar bûye. Bûlût li Taxa Seydo ya Serêkaniyaya Rihayê dimîne. Beriya ku birîndar bibe xurdefiroşî dikir, lê niha nikare karê xwe bike û debara malbata xwe bike. 
 
Bûlûtê birîndar anî ziman ku gava li ber mala xwe xurde difirotin birîndar bûye û wiha behsa wê rojê kir: "Wekî ku kesekî şelmaqek li min xistibû wisa çeng bûm. Lê kes li derdora min tune bû. Min ferq kir ku fîşek li newqa min ketiye. Hema di cî de ketim erdê. Biraziyê min ez rakirim nexweşxaneyê. Emeliyat bûm. Bijîşkan got, dê nikaribin fîşekê derxin. Gotin, heger em derxin dibe ku tu bimirî." 
 
JIYANA WÎ SEROBINO BÛ 
 
Bûlût, diyar kir ku ji ber ku derfeta wî tune y nikare tedawî bibe û tevî fîşeka di canê xwe de dijî. Bûlût, anî ziman ku rayedareî jî li halê wî nepirsiye û wiha got: "Kî ew fîşek teqand?" Bûlût, bilêv kir ku hê jî kesî bersiva vê pirsa wî nedaye û xwest kesên wî birîndar kirine bên dîtin. 
 
Bûlût, destnîşan kir ku ji ber fîşeka di newqa wî de nikare bixebite û ji ber vê derûniya wî xera bûye. Bûlût bi vî awayî weziyeta xwe ya niha kir: "Te dît ji nişka ve digirîm. Bîrkorî dibim. Awayê min ê axafftinê guheriye. Dengê min nemaye. Taqet di min de nemaye. Nikarim doza heqê xwe jî bikim. Kurê min bi kar û barê dozê re eleqedar dibe." 
 
DOZA HEQÊ XWE KIRINE, LÊ...
 
Kur Îzettîn Bûlût jî bertek nîşan da ji ber neaşkerekirina kesên ku bûne sedema birîndarkirina bavê wî û nerazîbûna xwe bi vî awayî bilêv kir: "Ma dijminê me heye ku bi qansê êrîşê bîne ser me? Gotin, ji Sûriyeyê hatiye. Polîsan ji me re got, 'Hûn gilî bikin jî tiştek jê dernayê. Li wir meseleya terorê heye. Li wir eskerên tirk hene. Heger li wir YPG hebûna, dê bavê te bûbûna gazî. Lê ji ber ku ew ne li wir in, hûn nikarin doza heqekî jî bikin.' Gelo qey ê berdaye eskerê tirk e?" 
 
ÎFADEYA BIRÎNDAR NEGIRTIN 
 
Îzettîn Bûlût, bibîr xist ku gava YPG li wir bûye tu pevçûn çênebûne û got: "Vê dawiyê gelek kes birîndar dibin. Berê jî çend kesan jiyana xwe ji dest dabû. Em tim li ser banê xwe guleyan dibînin. Îfadeya bavê min jî negirtin. Tenê roja bûyerê hatin, zabitnameyek çêkirin û çûn. Min gilî kir. Gotin, 'Em ê werin aliyê we bikin.' Lê bi tu awayî aliyê me nekirin. Gule di navbera qelb û reha sereke de ye. Ji ber vê em nikarin emeliyat jî bikin. Bi tu awayî aliyê me nekirin." 
 
GAVA JI XWE RE DILÎST GULE LÊ KET 
 
M.Y.'yê 12 salî jî bûye hedefa guleyên pevçûna 12'ê Mijdara 2020'î. 
 
Bavê wî Kadrî Y. jî anî ziman ku roja bûyerê gelek fîşek li mala wan a Serêkaniyê ketine. Bav Kadrî Y., diyar kir ku gava kurê wî li hewşê ji xwe re dilîst fîşek li newqa wî ketiye û ketiye erdê. Kadrî Y. got: "Kurê min bi xedarî birîndar bû. Fîşek li devereke nêzî gurçika wî ketiye. Du rojan di beşa awarte de ma. Roja sisêyan wî anîn serwîsê. Tabûrcî bû. Piştî vê bûyerê kurê min hem di warê fizîkî de hem jî di warê derûnî de qet nebaş e."
 
Bav Kadrî Y. ku got "Dixwazim zanibim bê guleya li kurê wî ketiye ji ku hatiye" got: "Kurê min wekî ku qet derb nexwaribe tevdigere. Doza edaletê dikim. Em mexdûr bûne." 
 
Parêzer Ûgûr Kahraman ku parêzerê her du kesên birîndar e, da zanîn ku lêpirsîna muwekîlê wî Seyfettîn Bûlût bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye. Parêzer Kahraman anî ziman ku "Gule ji Sûriyeyê hatiye, nikarin li wir lêpirsînê bikin û dê kiryar neyên zevtkirin" wekî hincet hatiye nîşandan. 
 
GILIYÊ WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ KIRIN 
 
Kahraman, destnîşan kir ku ji bo muwekîlê xwe Bûlût doza tazmînatê li Wezareta Karên Navxweyî kirine, ji lew re di vê bûyerê de ya biqisûr dewlet e. Parêzer Kahraman got: "Pevçûnên li wir, li vê derê di warê aborî û manewî de bûne sedema hin texrîbatan. Hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de peywira dewletê parastina mafê jiyanê ya welatiyên xwe ye. Tê zanîn gava guleyên ji wî aliyê sînor bên vê derê dê mirovan birîndar bikin an jî bikujin." 
 
Kahraman, diyar kir ku ji bo muwekîlê xwe doza rapora mexdûriyetê kirine, lê belê hê jî nexweşxane rapor nedaye wan û sewqa wî ya nexweşxaneyê nehatiye kirin. Kahraman, bilêv kir ku muwekîlê wî bi vî awayî cara dudoyan mexdûr bûye. 
 
DERÛNIYA MUWEKÎLÊ WÎ NEBAŞ E 
 
Kahraman, anî ziman ku dê ji bo muwekîlê xwe yê din jî doza darazê bide destpêkirin û got: "Derûniya muwekîlê min nebaş e. Dosye li dozgeriyê ye. Lêpirsîn didome. Dosyeyên bi vî rengî bi piranî bi hinceta kiryar nayê dîtin, bi biryara neşopandinê bi dawî dibin. Lewma tenê hêla wê ya tazmînatê dimîne." 
 
DENGÊ ÇEKAN ZÊDE BÛYE 
 
Parêzer Ûgûr Kahraman di dawiya axaftina xwe diyar kir ku di navbera Serêkaniyaya Rihayê û Serêkaniyaya Rojavayê de tenê têl hene û her du ent hema bibêje bi hev ve ne. Kahraman got: "Her cara ku Serêkaniyê dikeve destên hin kesên din, pevçûn dest pê dikin û herî kêm 20 rojan dewam dikin. Ne şaş bim, bû çcara çaran diguhere û kontrol dikeve destên hin kesan. Herî dawî di sala 2019'an de guherî. Beriya wê QSD hebû. Tirkiye bi cih bû. Niha bajêr di destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de ye. Dengê çekan pir zêde tê. Ev yek bandorê li mirovan dike. Di warê aborî û manewî de bandoreke nebaş li mirovan dike." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin