Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin

img

STENBOL - Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû diyar kir ku li cîhanê heger mirov nikaribin wekî mirovan, heywan nikaribin wekî heywanan, nebat nikaribin wekî nebatan, kêzik nikaribin wekî kêzikan û vîrus nikaribin wekî vîrusan bijîn, ev "krîza jiyanê" ye û heya pêşî li ber vê neyê girtin, dê şewb bidomin. 

Inyad û hêrsa kapîtalîzmê ya ji bo qezenceke zêde, zirareke mezin dide xwezayê û jiyanê. Ji ber vê texrîbat û rûxandina bêkontrol û mezin, di civakê û xwezayê de guherînên mezin çêdibin. Ji ber vê vîrusên nû belav dibin û dibin bela serê cîhanê. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê berê û Edîtorê Kovara Civakê û Bijîşkan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, krîza xweza û civakê û encamên wê nirxandin. 
 
SEDEMÊN ŞEWBÊ 
 
Prof. Dr. Hamzaoglû, anî ziman ku di sala 2008'an de piştî Krîza Mortgageyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kapîtalîzma navendî xuyangtir bûye û piştî ku ev krîz û krîza Norwecê bûne yek, li seranserê cîhanê di warê avhewa, zexîre, talankirina xwezayê, çandinî, perwerdehî û tenduristiyê de krîz rû dane. Hamzaoglû, diyar kir ku ev krîz bi awayekî hevwext rû dane û sedema sereke ya pandemiya niha jî ev krîz in. Hamzaoglû, destnîşan kir ku cara ewil e ku ev krîz hemû bi hev re rû dane û sedema vê jî polîtîkayên neolîberal ên 30 salên dawî yên kapîtalîzmê ne. Hamzaoglû, anî ziman ku bi sererastkirinên tên kirin xweza bi awayekî hovane tê texrîbkirin û wekî madeyeke erzan tê bikaranîn. Hamzaoglû got: "Ev yek di sala 2009'an de bi şewba berazan xwe da der. Paşê jî bi pandemiya Covîd-19'ê xwe da der. Sedemên her duyan jî dişibin hev du; a ewil ji ber ku li çewlikên endustriyê beraz wekî berazan nikaribûn bijîn rû dan û ya dudoyan jî, li bajarekî ku bi awayekî hovane ketiye ber çerxa endustriyê, ji ber ku mirov nikaribûn wekî mirovan bijîn rû daye." 
 
ŞEWBA BERAZAN
 
Hamzaoglû, da zanîn ku beriya pandemiya şewba berazan a di sala 2009'an de belav bûbû, şewbeke bi navê H1N1 hebûye û li berazan peyda bûe û got: "Lê belê ji ber ku li çewlikên endustriyelê şert û mercên jiyanê yên berazan dijwar bûn û ji ber ku li deverine teng bi armancên endustriyekî hatin hilberandin, ev şewb derbasî mirovan bû. Yanî ev şewba ku li berazan peyda bûbû, piştî demekê li mirovên ku di wan şert û mercan de dixebitîn jî peyda bû. Ji vê re 'Zoonoz' tê gotin. Yanî nexweşîna ji heywanan derbasî mirovan dibe. Li vir li gel dijwarbûna şert û emrcên heywanan, şert û mecên mirovên li vir jî dijwar bûne. Ji ber vê ew jî bi wê şewbê ketin. Vê carê jî mirov ji ber hev bi vê şewbê ketin. Paşê ev şewb bû şewbeke ku mirov ji hev pê dikevin. Bi vê mekanîzmayê re pandemiya şewba berazan çêbû." 
 
POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL Û SEDEMA ŞEWBAN
 
Hamzaoglû, da zanîn ku di salên 1970'yî de li DYA'yê nêzî 60 milyon çewlikên berazan hebûne û li her çewlikê 50-60 beraz hatine xwedîkirin. Hamzaoglû got: "Lê belê di salên 70'yî de piştî krîza pergalê û bi polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzmê re, DYA, ev çewlik dan welatên di qada hilberîniyê de paşdemayî. Bi vî awayî şîrketên berazan ên DYA'yê piranî jê li bajarokên Meksîkayê hatin avakirin. Ji lew re li van deran ked erzan bû û ji bo çewlikan tu standardiyek nehatibû diyarkirin. Patron çawa bixwesta wisa dibû. Bi van polîtîkayên neolîberal re, piştî 20 saln li Meksîkayê şewba berazan derket holê." 
 
ÇIMA WUHAN? 
 
Hamzaoglû ji bo bajarê Wuhanê ku cara ewil şew lê peyda bû jî diyar kir ku Wuhan li Çînê bajarê herî mezin ê 7'emîn e û li cîhanê jî bajarê herî mezin ê 42'yemîn e û ji 500 şîrketên mezin ên cîhanê nêzî 230 jê li vir hilberînê dikin. Hamzaoglû, bilêv kir ku li van qadan gelek muafiyetên şîrketan hene û karker jî heftê 6 rojan li fabrîkeyan dimînin. Hamzaoglû, destnîşan kir ku şert û mercên xebatê û jiyanê yên li Wuhanê, dişibin şert û mercên dema şewba berazan a li Meksîkayê û got: "Lêkolînên hatin kirin jî nîşan dan ku Çîn ji destpêka sedsala 21'emîn ve ji bo pêşketina bejahiyê avakirina çewlikên heywanên kûvî teşwîq kiriye. Gelek vîrusên di heywanên kûvî de, ji ber şert û mercên dijwar ên li wir derbasî mirovan bûne. Bi vî awayî eynî wekî çewlikên berazan, li Wuhanê jî rû daye." 
 
DI 10 SALAN DE REWŞA LEZGÎN A 6'EMÎN 
 
Hamzaoglû, bibîr xist ku piştî ku şewba Covîd-19'ê li seranserê cîhanê belav bûye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 30'yê Kanûna 2020'an de "Rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî" ragihandiye, lê dîsa jî welatan pêwendiya xwe bi Wuhanê re qut nekiriye. Hamzaoglû, destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê cara ewil ji ber şewba berazan "Rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî" ragihandiye û got: "Di ser re deh sal derbas bûn. Di vî deh salî de ev rewş 6'an hat ragihandin. Bifikirin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 1948'an de hatiye avakirin, lê rewşa lezgîn a tenduristiya giştî ya navneteweyî cara ewil di sala 2009'an de ragihandiye. Û di 10 salan de jî bi gişî 6 caran ragihandiye. Ji vana yek jê ne têde, ên din hemû ji ber şewbê hatine ragihandin. A rast ev nîşan dide ku di sedsala 21'emîn de vê gerstêrka me bi talûkeyeke çawa mezin re rû bi rû maye." 
 
KRÎZA JIYANÊ 
 
Hamzaoglû, dîmena heyî wekî "krîza jiyanê" bi nav kir û destnîşan kir ku şewba Covîd-19'ê ji ber şert û mercên krîza jiyanê rû daye. Hamzaoglû, "krîza jiyanê" jî wekî "li cîhanê heger mirov nikaribin wekî mirovan, heywan nikaribin wekî heywanan, nebat nikaribin wekî nebatan, kêzik nikaribin wekî kêzikan, vîrus nikaribin wekî virûsan hwd. bijîn" ê "krîza jiyanê" rû bide. Hamzaoglû got: "Bi vî awayî gelek candarên mîkroyî form guherandin, hewl dan li gor şert û mercên jiyana nû-ya neyînî- tevbigerin. Ji ber vê em di 20 salan de bi gelek şewban re rû bi rû man. SARS, MERS, Zîka ji van şewban çend jê ne. Ev hemû ji ber krîza jiyanê rûdan." 
 
KIRDEYA JIYANÊ META YE
 
Hamzaoglû, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pergala kapîtalîst de kirdeya jiyanê ne mirov e û got: "Ji ber ku kirde ne xweza û mirov e, di vê pandemiyê de jî serdest, patron û îqtidarên piştgiriya wan dikin fikirîn ku heger bazirganiya navneteweyî raweste dê ev dawiya wan be, lewma bênavber çerxa xwe gerandin. Di vê serdemê de nîşaneya herî berbiçav jî li Stenbolê çûnhatina keştiyên bazirganiyê bûn. Hema bibêje hejmara keştiyên beriya şewbê û piştî şewbê eynê ne." 
 
POLÎTÎKAYA AŞIYÊ
 
Hamzaoglû, bal kişand ser polîtîkayên aşiyê yên Tirkiyeyê jî.
 
Prof. Hamzaoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkaya aşiyê jî veguheriye "meta"yê. Hamzaoglû da zanîn ku li gor 30'yê Nîsanê li seranserê cîhanê nêzî 280 xebatên aşiyê hene û ji vana 12 jê li mirovan hatine xistin. Hamzaoglû, destnîşan kir ku tu xebateke aşiyê jî bi temamî neqediyaye û got: "Aşiyên çêdikin berpêşî piyaseyê dikin û li gor fiyetê li bazarê diyar dibe difiroşin. Em niha di 5'ê Gulanê de ne û bii dehan welat ji ber ku hê aşî nestandine, dest bi xebatên aşîkirinê nekirine. Lê ji bo yên wekî me ku pereyên wan pir in, lê ji bo tenduristiya giştî nayê bikaranîn û ji ber di nav endamên îqtidarê de tê payêkirin, rewş xedartir e Tikriyeya ku digot ez ê rojê milyonek aşî bikim, niha rojê tenê hezar û 610 dozan dike. Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da, lê wê çend roj bi şûn de ev stok jî biqedin. Em ê li benda yên nû bisekinin. Diviyabû aşiyên du doz tên kirin, du hefteyan carekê bihatan kirin, lê 4 hefteyan carekê tê kirin. Sirf ji bo di tedarikirinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin. Lê niha jî nizanin dê çi bikin. Lê em dibînin. Ne li gor rêzê, pêşî ên nêzî îqtidarê, ên sermayeyê kirin. Ne tenduristkar, pêşî ev kes hatin aşîkirin." 
 
‘PÊŞÎ LI BER NEYÊ GIRTIN DÊ BIDOME' 
 
Hamzaoglû destnîşan kir ku heger pêşî li ber krîza jiyanê neyê girtin, dê pêvajoyên bi vî rengî bidomin û got: "Tiştek neyê kirin jî potasiyela tefandina wê heye. Heger ji sedî 70'yê nifûsa welat pê bikeve, dê pêşî li ber berbelavbûna wê bê girtin. Ê bi vî awayî bê tefandin. Lê piştî SARS'ê şewba berazan, piştî ya berzan MERS, paşê jî şewbên wekî Covîd-19'ê jî di nav de nêzî 10 şewb di sedsala 21'emîn de asê bûne. Ev nîşan didin ku dê bidomin. Pirsgirêka sereke jî ev e." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin