‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'

img

MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, anî ziman ku divê kiryarê Komkujiya Vartînîsê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê Bulent Karaoglû bê girtin. Parlementerê DEP'ê yê wê demê Sirri Sakik jî got: "Cinayetên bi vî rengî yan dikevin ber demboriyê yan jî daxilî nav ên kiryar nediyar dibin." 

Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîs a Mûşê, komkujiyek pêk hatibû. Di komkujiyê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Daîreya Ceza ya 1'ê ya Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê serlêdanê de aşkere kir. Daîreyê biryar da ku berpirsiyarê komkujiyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Navçeyê yê wê demê Bulent Karaoglû ye û biryara dadgeha xwecihî ya derbarê Karaoglû de xera kir. Her wiha daîreyê biryara beraatê ya derbarê 3 eskerên payebilind jî pesend kir.
 
Dadgeha xwecihî derbarê Karaoglû de biryara "ê ku fermana şewitandina gund daye serpel Karaoglû daye" dabû. 
 
Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê wê demê Sirri Sakik ku piştî komkujiyê çûbû bajarokê û tevî hin kesan cenaze ji malê derxistibûn û yek ji parêzerên dozê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk biryara navbirî nirxandin.
 
BIRYAREKE KÊM 
 
Karaçelîk, diyar kir ku biryara Dadgeha Bilind kêm e û divê salên 1990'î ku salên tarî ne, bên zelalkirin. Karaçelîk, destnîşan kir ku piştî biryara navbirî divê hevrûbûnek çêbibe û got: "Wekî doza Vartînîsê, doza Pasûr, doza JÎTEM'ê ya Qoserê û gelek dozên din hene. Îja gava mirov li doza Vartînîsê binêre, dê bibîne ku ji bo zelalkirina wê serdema tarî cihê hêviyê ye. Ev biryar di heman demê de, biryara tespîtkirinê ye ku peywirdarên cemaweriyê bi sifetên xwe û hêza xwe fermana çalakiyên bi vî rengî dane. Gava em li vê bûyerê mêze dikin, em dibînin wekî ku eskerek nikaribûye bi hêrsa xwe û tiştekî wiha kiriye hatiye nîşandan. Ev ne rast e." 
 
DEMBORΠ
 
Karaçelîk, diyar kir ku hindik maye ku doz têkeve ber demboriyê. Karaçelîk, bibîr xist ku piştî biryara Dadgeha Bilind, dadgeha xwecihî jî danişîn taloqî 21'ê Îlonê kiriye. Karaçelîk, destnîşan kir ku ev doz bi talûkeya demboriyê re rû bi rû ye, lewma divê demildest bê kirin û got: "Divê berpirsiyar demildest bên girtin." 
 
CENAZEYÊN ŞEWITΠ
 
Sirri Sakik ku wê demê Parlementerê DEP'ê bû, anî ziman ku piştî komkujiyê çûye cihê bûyerê û bi çavê xwe dîtiye ku dayikeke ducanî jî di nav de 10 kes bi saxî hatine şewitandin. Sakik, bilêv kir ku yê ku komkujî organîze kiriye Karaoglû ye û her kes bi vê dizane. 
 
Sakik got: "Min bi destê xwe cenazeyên zarokan ên hatibûn şewitandin ji hundir derxistin û defin kirin. Wehşetek bi vî awayî çêbûbû. Di heman rojê de yekîneyeke mezin a eskerî berê xwe dabû gundê Zengokê ku malbata min jî li vî gundî dima. Gava min bihîst konwoya eskerî ber bi gund ve diçe, wê şevê neçûm gund, çûm Mûşê. Mirovên li gund gotin, mala lê mabûm hatiye şewitandin. Piştî Vartînîsê agir berdan gundê Zengokê jî. 5 xizmên min li wî gundî bi saxî hatin şewitandin." 
 
AN DEMBORÎ AN KIRYAR NEDIYAR 
 
Sakik, diyar kir ku di danişînê de ew û Karaoglû leqayî hev hatine û got: "Serokê dadgehê jê pirsî, 'bûyer çawa qewimî?' Rast nediaxîfî, derew dikir. Got, 'Ezbenî mal dişewitî.' Serokê dadgehê cardin pirsî, 'We çima netefand?' Wî jî got, 'Ezbenî erkeke me ya wisa tune bû.' Piştî vê li hêwana dadgehê qîriyam, 'Kujer ev e. Ê ku ew der da ber agir ev e.' Jixwe piştî bûyeran erka serpel hat zêdekirin û dadgehê biryara beraetê da. Me di Newrozê de dît bê Kemal Kûrkût çawa hat kuştin û kujerên wî çawa hatin fihêlkirin. Kesên tiştên wisa dikin nayên aşkerekirin. Bûyerên bi vî rengî yan dikevin ber demboriyê yan jî daxilî nav ên kiryar nediyar dibin." 
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

09/05/2021
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê