Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin

  • rojane
  • 11:06 12 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier diyar kir ku Tirkiye bi operasyona eskerî ya dawî armanc dike ku li heremê mayînde bimîne û operasyon bi helwestek yekitiya neteweyî dikare bê sekinandin.

 
Operasyona eskerî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 23’ê Nîsanê de li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve da destpêkirin berdewam dike. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier operasyona ku ket roja 20’an nirxand û anî ziman ku Tirkiye 40 sal in van operasyonan dike lê bi operasyona eskerî ya dawî armanc dike ku li heremê mayînde bimîne. 
 
ARMANCÊN OPERASYONÊ 
 
Taşçier da zanîn ku hêzên paramîlîter ên bi navê Artêşa Suriyeyê ya Azad (OSO) ku girêdayî Tirkiyeyê ye jî di nava operasyonê de cih girtine û wiha got: “Bi operasyonê armanc dikin ku bigihin sînorên Mîsak-i Mîllîyê. Di nava vê operasyonê de Şengal, Mûsil, Kerkuk, Hewlêr û Silêmanî jî hene. Ev ne armanceke hesan e. Ev operasyon ne li dijî rêxistina ku gefan li wan dixwe ye ev şerekî li dijî hemû kurdan e. Operasyoneke weke vê li Rojava hat destpêkirin niha jî li Başûrê Kurdistanê pêk tê. Bi operasyonan dixwazin li wan deran bi cih bibin. Dema bi cih bûn jî wê armanc bikin zêdetir bikevin hûndir. Ev operasyon xeyalên Tûraniya ne. Dikarin van xeyalên xwe pêk bînin? Qet nikarin pêk bînin, ji ber ku kurd musadeyê vê nakin.”
 
LI DIJÎ OPERASYONÊ YEKITÎ
 
Taşçier destnîşan kir ku helwestek yekitiya netewî ya di nava kurdan de dikare vê operasyona dersînor bide sekinandin û wiha berdewam kir: “Operasyon ji bo hemû erdnîgariya kurdan gefek e. Di 5 salan de têkildarî sînorên ku beriya sedsalan hatine xêzkirin, dagirkirinên nû dest pê kirin. Bûyereke Hatayê hebû, pişt re bi Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî berdewam kir. Niha jî armanc dikin ku Zap, Metîna û Avaşîn dagir bikin. Operasyon derketin derveyî armancê. Li van deran dagir bikin jî nasekinin. Tirkiye ji bo bikeve pêşiya statu girtina gelê kurd, di her qadê de mudaxele dike. Êdî yekitiya netewî ya kurdan şert e. Bi yekitiya netewî, kurd dikarin bigihin jiyana azad ku armanc dikin. Divê hêzên ji xwe re dibêjin ez kurd im hemû li dijî van operasyonan bisekinin.”
 
MÎNAKA SADDAM
 
Taşçier bi bîr xist ku dîktatorê xistî yê Iraqê Saddam Huseyîn ku hat darvekirin, şerê li dijî kurdan bi rê ve dibir weke “li dijî pêşmergeyan” nîşan dida û anî ziman ku rewşeke weke vê bi gotina “li dijî PKK’ê ye” di vê operasyona tê birêvebirin de jî derket holê. Taşçier pirsa “Pirsgirêka Saddam kurd bûn, an pêşmerge bûn?” kir û bi lêv kir ku pirsgirêka kurd bi operasyonan nayê çareserkirin. Taşçier da zanîn ku polîtîkayên zext û mehandinê yên ji destpêka Komarê ve tên birêvebirin encam negirtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saddam Huseyîn biserneket. Îro jî ev pirsgirêk bi vî şiklî nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd encax bi rêyên demokratîk dikare were çareserkirin. Desthilat jî di ferqa vê de ye. Desthilata ku dizane pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin bi şer roj bi roj dihele. Wê di hilbijartina ewil de jî winda bike. Divê ev operasyon yekitiya neteweyî xurt bikin. Hemû partî, kesayet û rêxistin divê li dijî van operasyonan yekitiya xwe ava bikin. Divê vê gefê hemû partî bibînin. Êrişa li Başûrê Kurdistanê tê kirin li hemû parçeyan hatiye kirin.”
 
 

Sernavên din

13/05/2021
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû