Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin

  • rojane
  • 09:04 14 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku talankirina xwezaya Îkîzdereyê û operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê heman tişt in, ji lew re bi talankirinê û operasyonan tê xwestin ku civak bênefes bimîne. 

 
Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, destnîşan kir ku pevçûn û operasyon ne çare ne, çare bi têkoşîn û rêxistinbûyîneke piralî pêkan e. 
 
ÎNKARKIRIN TÊ FERZKIRIN 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku serdema 2013-2015'an ji bo kurdan û tevahiya gelan pêvajoyeke girîng bû û got: "Gelên qedîm ên vê xakê, tim bi şer û talanên hêzên hegemonîk re rû bi rû mane. Gelên tên înkarkirin hem hatin qirkirin hem jî bi darê zorê koç kirin. Ermenî, suryanî, rûm û gelên din ji ber cudahiyên xwe bedêlên giran dan." 
 
GIRÎNGIYA PÊVAJOYÊ 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku li vê axê bi salan e tê xwestin ku pirsgirêka kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz bê çareserkirin. Ûgûrlû, bilêv kir ku pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin. Ûgûrlû bal kişand ser pêvajoya 2013-2015'an û diyar kir ku di vê pêvajoyê de bêhna her kesî derketiye û got: "Ev hat dîtin. Bi vê pêvajoyê re rewşa aborî, siyasî û civakî baş bûbû, dayik hêsir nedibarandin. Me dît ku em dikarin bi hev re bijîn û cudahiya aliyekî ji bo aliyên din ne cihê tehdîdê bû. Di civakê de zemîna qanehkirinê çêbûbû." 
 
FERASETA TEKPARÊZ 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku îqtidara ku xwe bi tekparêziyê pênase dike, pêvajoya navbirî xera kiriye û ev feraseta tekparêz îtaetê li jin, ciwan, kedkar û karkeran ferz kiriye. Ûgûrlû, bibîr xist u îqtidara tekparêz bi awayekî yekalî maseya çareseriyê qulibandiye û got: "Îqtidarê xwe wekî berdevkê civakê hesiband û bi gelek krîzan civakê dorpêç kir. Vê îqtidara ku xwe li ser asasên tirkîtî, mêrantî û sunîtiyê ava dike û xwedî polîtîkayeke belavker e, demokrasî û wekheviyê tamûl nake. Ev îqtidar ji bo hebûna xwe, ên din wekî talûke hesiband. Niha em dibînin bê ev polîtîka bûn sedema çi." 
 
CIVAKÊ BÊNEFES DIHÊLIN 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku talankirina xwezaya li Îkîzdereyê û operasyonên derveyî sînor heman tişt in û got: "Gel, ji ber van polîtîkayan her diçe hîn bêtir xizan dibin. Bedêlên ji ber van polîtîkayan didin girantir dibin. Dixwazin civakê bênefes bihêlin. Ev mesele hemû bi hev ve girêdayî ne." 
 
ÇARESERÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE 
 
Ûgûrlû, bibîr xist ku di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî muxatab hatiye esasgirtin û got: "Di sala 2015'an de piştî qulibandina maseyê li Îmraliyê tecrîd dîsa dest pê kir. Komîteya Pêşîlêgirtina Tecrîdê ya Ewropayê (CPT) vê yekê wekî îşkenceyê pênase kir. Ev yek niha bi awayekî hîn girantir didome. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye. Bandorê li derdorên din jî dike. Îqtidar ji bo hebûna xwe, daxwaza jiyana bi hev re ya civakê tune dike. Lewma derdorên muxalif divê vê yekê bibînin û bi berprisiyarî tevbigerin. Divê van zext û zoriyan veguherînin derfetan û ji bo şikandina tecrîdê bi wêrekî rêbazine têkoşîn û rêxistinbûyîneke piralî pêş ve bibin." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

19/05/2021
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî