Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar

  • rojane
  • 12:15 14 Gulan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Nijadperestan êrişî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kirin û yek jê giran 2 kes birîndar kirin.

 
Komeke nijadperestan bi cop û keviran êrişî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kirin. Di êrişa ji aliyê 3 kesan ve li herema Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyaziyê pêk hat ve de, ji malbatê yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Welatiyê bi navê Cîhan Kûtlûk ê di rê de derbas dibû mudaxaleyî bûyerê kir û alîkariya kesên birîndar kir. Birîndar bi ambûlansa hat cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Nehat hîn bûn ku koma nijadperest a ji cihê bûyerê revî, hat binçavkirin an na. Ha diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
ÎŞARETA GURÊBOZ 
 
Cîhan Kûtlûk ê şahidiya bûyerê û mudaxaleyî bûyerê kir, bûyer wiha vegot: “Bi keviran êrişî zilam û kurê wî yê 12-13 salî kirin û li serê wan xistin. Zilam ber bi bariyeran ve ji ser hişê xwe çû. Xwestin zilam di kendal de biavêjin. Dibe ku weke şerê rê nedayînê nîşan bidin, lê rastiya wê ne wisa bû. Piştî ku îşareta gurêboz kirin, xeber gotin kurdan. Wê demê min fêm kir ku êrişeke nijadperest e. Qasî 5 deqîqeyan ji kurdan re xeber dan. Min zilam kir wesayîta wî de û gihand noxteya cendermeyan. Pişt re gazî ambûlansê kir ew birin nexweşxaneyê.”
 
ÊRÎŞA BI KEVIR
 
Kûtlûk, piştî bûyerê çû Qereqola Cendermeyan a Tekelî û îfade da. Îfadeya ku Kûtlûk daye Qereqola Cendermeyan wiha ye: “Roja 13’ê Gulana 2021’an saet di 16.00’an de bi wesayita xwe ji Edeneyê ber bi Antalyayê ve diçûm. Dema gehiştim herêma Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyazi ya Mêrsînê, min dît ku di vîrajan de trafîk sekiniye. Ji bo ku bizanibim çi qewimiye, ji wesayîtê peya bûm. Min dît ku cîpeke spî û bi plakaya biyanî li herî pêş sekinî ye û çend kes şer dikin. Ji bo ku wan ji hev vekim çûm cem wan. Min dît ku wesayîta reş a bi markaya Honda Civic û bi plakaya 01 YG 428 li pêş cîpa spî sekinî ye. Sê kes ji wesayîta reş peya bûn li cem malbata ajokarê cîpa spî ew bi lêdanê xist halê mirinê. Me xwest bikevin navberê, lê me nekarî. Pişt re li hevjîn û zarokên xwediyê cîpa spî jî xistin. Ew kesê ku di wesayîta reş a bi plakay 01 YG 428 de rêwî kevirekî mezin girt destê xwe 4 caran li serê xwediyê cîpa spî û rûyê wî xist. Pişt re ez hîn bûm ku navê vî kesî Mehmet Fatîh Oflaz e. Di derba ewil de ew kesê ku kevir li serê wî xistin, ber bi bariyeran ve çû. Xwestin di kendal de biavêjin. Di derba dawî de ew kes ji ser hişê xwe çû û ket erdê. Ligel ku li erdê ser hişê xwe ve çû bû jî hêj lêdixistin. Ji ser, difin û serê wî kesê xwîn dihat. 
 
GEF LI KURDAN XWAR
 
Piştî ku kesên derdorê bi gotina ‘bese mir’ qîr kirin ew kes hiştin erdê û ber bi erebeya xwe ve çûn. Dema ku li wesayîta xwe siwar bin ew kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz paşve vegeriya û wiha got, ‘Ez ê li pêş li benda kesên ku şahidiniya vê bûyerê dikin bim û ji bo ku wan bikujim. Kî şahidiniya vê bûyerê bike… Ez ê van deran ji wan re teng bikim.’ Pişt re gefa ez ê kurdan…  xwar. Dûre mirovê ku ser hişê xwe çûyî min xist wesayîta wî bi hewldanên xwe bir petrola Aytemîz a nêzîkî Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û min agahî da tîmên cendermeyan. Dîmena ku min ji cihê bûyerê bi telefona xwe kişand bi xwesteka xwe teslîmî tîmên Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê kir. Agahiya min a derbarê vê bûyerê de evqas in.”
 
 

Sernavên din

15/05/2021
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin