Em nebin kujerê zimanê kurdî

  • rojane
  • 09:15 15 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê kurdî dê bibe sedema pêşketina sinema û wêjeya kurdî jî. Gemîcîoglû, ji bo zimanê zikmakî û pêwendiya wê ya bi nifşê nû re jî anî ziman ku heger nifşên bê bi zimanê xwe neaxivin, ev kuştina ziman e. 

Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Gemîcîoglû, destnîşan kir ku gelên bindest û gelên ji perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar, bi zimanê xwe yê zikmakî naaxifin û nagihînin nifşên nû. Gemîcîoglû, bilêv kir ku sedema sereke ya jibîrkirinê "neaxftina bi ziman e." 
 
XWEDÎ LÊ NEYÊ DERKETIN DÊ NEMÎNE 
 
Gemîcîoglû, diyar kir ku zarokên gelên zimanê wan tê qedexekirin bi zimanê serdest mezin dibin û got: "Heger siyasetmedarên kurd siyaseta xwe bi kurdî bikin û bibin pêşengê kurdî, dê ev yek bandorê li civakê bike. Heger hunermend hunera xwe bi kurdî bikin û bi kurdî pêwendiyê bi gel re deynin, heger sînemaya kurdî bê çêkirin, heger nivîskarên kurdî zêde bibin dê ziman tune nebe. Kurdî, ji aliyê Komara Tirkiyeyê vê tê qedexekirin. Rastiya newindabûnê, nayê wateya ku dê ew ziman tune nebe. Heger xwedî lê neyê derketin, dê 60-70 salên din tune bibe. Ji lew re nifşê nû bi kurdî naaxife." 
 
ROLA JINÊ 
 
Gemîcîoglû, bilêv kir ku hilgirên sereke yên ziman jin in û di zindîbûna zimanê de jin xwedî roleke girîng e. Gemîcîoglû got: "Mêr gava berê diçûn eskeriyê, tirkî hîn dibûn. Lê jin tim bi zimanê xwe axifîne û resentiya wî parastine. Lê niha dayikên ciwan bandorê ji asîmlasiyonê û derûniya serdest digirin û pir bi zimanê xwe naaxifin. Ên hebûna ziman didomînin, di heman demê de jin in ku ziman diparêzin. Lê divê ev peywir tenê li jinê neyê barkirin. Ev peywir peywira hemû kurda ye." 
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Gemîcîoglû, anî ziman ku 3 zarokên xwe bi kurdî mezin kirine û gava derdikevin derve nikarin pêwendiyê bi zarokên din re deynin û zarokên li derve bi tirkî diaxifin û dayikên wan ên ew bi vî awayî mezin kirine, neheqiyeke mezin li wan kirine. Gemîcîoglû got: "Carinan gava em diçin parkê li wir 30 zarok hene, tenê 2 jê bi kurdî diaxifin. A rast gava zarok bi zimanê xwe mezin bibin, ji bo wan derfeteke mezin e. Gelek zanyar dibêjin, 'gava zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibe dê gelek zimanên din jî zûzûka hîn bibe." 
 
Gemîcîoglû, behsa bîranîneke xwe ya li kurseke kurdî kir û got: "Zarok tenê bi devoka herêma xwe dizanibûn. Min mînakek da ber xwendekarekî xwe û min got 'Ez ê bi tirkî bibêjim û tu jî biqulibîne kurdî.' Min got 'Ben şarki soyluyorum.' Min jê xwest vê hevokê biqulibîne kurdî. Xwendekarê min di cî de got, 'Ez stranan dibêjim.' Paşê min got, 'ka ji bo dema borî bêje.' Got, 'Min stran digot.' Bi dû re min jê re got, 'A ha îngilîzî jî wisa ye.' Piştî vê mînakê zarokan hîn bêtir ez fêm kirim. Paşê xwendekaran ji mamosteyên din re gotine, 'Mamoste Elîf, gava bi kurdî dibêje, em bêtir fêm dikin.' Em di vir de girîngiya zimanê zikmakî dibînin." 
 
EM NEBIN KUJERÊ ZIMAN 
 
Gemîcîoglû, destnîşan kir ku heger ziman negihê nifşên bê, ev tê wateya kuştina ziman û got: "Heger ez kurdî hînî zarokên xwe nekim, ez ê ji bo pêşerojê sitûneke zimên bişikînim. Belkî ew zarok bibe sînemager. Çima nebe? Heger bi kurdî mezin nekim, wê çaxê dê bi tirkî yan jî bi zimanekî din karê sînemayê bike. Wê çaxê nexwe a ku min kiriye zirarek e, min zirar daye sînemaya kurdî. Belkî jî bibe wêjevan, bibe nivîskar an jî helbestvan. Bi vî awayî ez wan qadan jî ji holê radikim. Belkî bixwaze bi kurdî bixwîne. Wê çaxê jî ez pêşî li ber xwendevanên kurdî digirim. Ziman bingeha jiyanê û welatparêziyê ye. Yanî bingeha mirov e. Bi ya min ev kuştina ziman e. Bila her kes bi berpirsiyarî tevbigere û bila ji xwe bipirse 'çima ez nahêlim ev ziman bijî, ez zirareke çawa didim van zarokan.'" 

Sernavên din

15/05/2021
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin